Hewlêr (Rûdaw) – Koma şanoyê ya bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi dahol, zirne û lîstikeke kurt Festîvala 10emîn a Navneteweyî ya Şanoya Kolanê ya li Kerkûkê vekir.
Ji 17 welatan bi giştî 26 komên şanoyê beşdarî festîvalê dibin. Ji van koman 5 ji Rojhilat û 2 jî ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di festîvalê de cih digirin.
Hunermendê Sineyî Şêrzad Rustemî di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de got:
“Em wekî Koma Şanoyê ya Gelawêjê ji Sineyê hatin.
Me bi giştî 2 lîstik amade kirin yek jê di vebûna festîvalê de hat nîşandan a din jî lîstika bi navê Gelawêjê ye ku dê di festîvalê de hevrikiyê bike.”
Komên şanoyê yên ku ji bajarên Sine, Seqiz û Baneyê yên Rojhilatê Kurdistanê hatine her sal ji bo wergirtina xelatên lîstika şanoyê ya herî baş, lîstikvanê herî baş û senaryoya herî baş hevrikiyê dikin.
Pirsgirêkên navxweyî yên Îranê bi taybetî jî pirsgirêkên ewlehiyê û krîza aborî di lîstikên komên Rojhilatî de jî xwe nîşan didin.
Hunermend van pirsgirêkên ku civak tê re derbas dibe, bi rêya şanoyê digihînin temaşevanan.
Derhêner Akam Evîn wiha peyivî:
“Em mêvanên taybet in ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatine.
Em hemû pirsgirêkên ku li Îranê diqewimin di hundirê vê lîstika 20 xulekî de nîşan didin.
Em bi rêya şanoyê ku zimanekî bihêz e û mirov jê hez dikin derdên xwe vedibêjin.
Em şanoya kolanê bi zimanekî mîzahî û rexneyî pêşkêşî temaşevanan dikin.”
Şanoger diyar dikin ku tevî hemû zehmetiyên madî û astengiyên ku rastî wan tên ew bi biryar in ku xebatên xwe yên hunerî berdewam bikin.
Hunermend Kejal Qemrî jî zehmetiyên ku dikişînin bi van gotinan anî ziman:
“Di warê dîtina cihê provayê û piştgiriya madî de pirsgirêkên me hene.
Dema em dixwazin lîstikeke şanoyê amade bikin pêdiviya me bi cihê provayê û piştgiriya darayî heye.
Gelek caran derhêner vê berpirsyariyê bi tenê hildigire ser xwe û mesrefan ji berîka xwe dabîn dike.”
Qonaxa îsal a Festîvala 10emîn a Navneteweyî ya Şanoya Kolanê ya li Kerkûkê, li ser navê Helkewt Ezîzê ku rojnamegerê Rûdawê bû û di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da tê lidarxistin.
Lîstikên di festîvala ku dê 3 rojan berdewam bike de her carê li cihekî cuda yê Kerkûkê bi hezkiriyên hunerê re tên ba hev.

