Hewlêr (Rûdaw) - Xelata wêjeyê ya navdar Booker, îsal nivîskar M. John Harrison wergirt. Ev xelat ji sala 1969an ve ji bo pirtûkên Îngilîzî yên li Brîtanya û Îrlandayê tê dayîn.
Harrison bi romana xwe ya bi navê "The End of Everything" (Dawiya Her Tiştî) a ku ji 198 rûpelan pêk tê, xelat wergirt.
Wî li Old Billingsgateyê ya li Londonê di merasîmekê de xelata 50 hezar sterlînî wergirt. Xelat ji aliyê serketiyê sala borî David Szalay ve hat pêşkêşkirin.
Biryara jûriyê bi yekdengî bû
Jûriya bi serokatiya dîroknas û weşanger Mary Beardê, piştî nirxandina 163 serlêdanan, romana Harrison bi yekdengî hêjayî xelatê dît.
Beardê pirtûkê wekî "siyaseta îro ya ku ji hûrbîna paşerojê tê dîtin" pênase kir û diyar kir ku berhem bi awayekî serketî qesta mîzah, hîcwa siyasî û hêviyê tîne cem hev.
Tomarên nû di dîroka xelatê de
Bi vê serketinê re Harrison bû serketiyê herî pîr ê di dîroka xelatê de. Her wiha di heman demê de çend yekemînî jî pêk hatin.
Harrison bû yekemîn kesê ku bi berhemeke honaka-zanistî xelat werdigire. Weşanxaneya serbixwe Serpent's Tail jî bi vê pirtûkê re ji bo cara ewil Xelata Bookerê qezenc kir.



.jpg&w=3840&q=75)