Hewlêr (Rûdaw) - Rapora lêkolînê ya bi navê “Hişê Çêkirî û Endustriya Muzîkê ya Tirkiyeyê” ku bi hevkariya MESAM û Pro Creativeyê hatiye amadekirin, li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîma Stenbolê bi bernameyekê hat eşkerekirin.
Di rapora ku bi beşdariya hezar û 170 pisporên muzîkê hatiye amadekirin de, bandora hişê çêkirî (AI) ya li ser hilberîna afirîner, mafên telîfê û endustriya muzîkê hat nirxandin.
Di axaftinên vekirinê de, ji Pro Creativeyê Parêzer Sertaç Ogul, Serokê Yekîtiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM) Recep Ergul û Gerînendeyê Giştî yê Mafên Telîfê yê Wezareta Çand û Geştyariyê Erkîn Yilmaz axivîn.
Piştî axaftinên destpêkê û danasîna raporê, di panela ku bi moderatoriya Prof. Dr. Burcu Yildizê bê lidarxistin de, Prof. Dr. Erkan Saka, Doç. Dr. Muhammed Furkan Akinci û Parêzer Sertaç Ogul dê beşdar bibin.


