Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara çarem a Kovara Vînê, ku kovareke wêjeyî û ramanî ya dumehane ye, ji bo mehên Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîn a sala 2026an derket.
Di vê hejmarê de wekî hejmarên berê naverokeke dewlemend ji wêjeya Kurdî û cîhanî cih girtiye.
Kovara Vînê bi lîjneya weşanê ya ku ji Gulê Şadkam, Îbrahîm Şêxşerefî, Jiyar Homer, Lorîn Demîrel, Netîce Altûn Demîr, Rojîn Şêx Hemo û Selîm Temo pêk tê, bi dîzayna Leyla Çelîk hatiye amadekirin.
Di hejmara nû de çi heye?
Di kovarê de gelek nivîskar û helbestvanan bi berhemên xwe yên nû cih girtiye. Hinek ji wan berheman ev in:
Bawer Rûken bi berhema "Lawij", Berken Bereh bi nivîsa "Bîr û Bîranîn 3: Kevirê Qoqo û Hêza Peyvê", Dilawer Qeredaxî bi helbesta "Dill tenya, dest tenya, xuda dû car tenya", Enes Yildiz bi "Nameya min a di Xewna Dayîka min de", Lorîn Demirel bi nirxandina "Romana Îlhamî Sertkaya, Sosine û Gulîzare - I", Netîce Altun Demir bi çîroka "Bêmiradî", Selîm Temo bi helbesta "Yê di Gorrê da" û Şerîf Kaya jî bi çîroka "Perperokên Tariyê" tevlî vê hejmarê bûne.
Her wiha Jiyar Homer jî tîpveguhastina helbestên Dilawer Qeredaxî û Serkewt Cebar kiriye.
Wergerên ji wêjeya cîhanê
Di beşa wergerê de jî berhemên giranbiha ji zimanên biyanî hatine wergerandin.
Îbrahîm Şêxşerefî bîranîna Tomas Tranströmer a bi navê "Yadewerî" wergerandiye.
Asya Xerzanê helbesta Erich Kästner a bi navê "Daristan Bêdeng in" wergerandiye.
Sîbel Akmanê nivîsa Judy Bradyê ya bi navê "Çima Ez Dixwazim ku Jinek Min Hebe?" ji Îngilîzî wergerandiye.
Aydin Ekîn jî hevpeyvîna nivîskarê Kenyayî Ngũgĩ wa Thiong'o ya bi navê "Tu Carî Bi Zimanê Dagirkeran Nenivîsin" wergerandiye Kurdî.
Beşa Vîndank û Belgedankê
Di beşa Vîndankê de rêz li pênûsên mezin ên wêjeya Kurdî tê girtin. Di vê hejmarê de helbesta Mîr Kamuran Alî Bedir-Xan a bi navê "Li ber Tirba Şêx Seîd", kilama Eyşe Şan a bi navê "Qederê" û helbesta Abdulla Goran a bi navê "Payîz" hatine weşandin.
Di beşa Belgedank 4 de jî wêneyekî dîrokî; rûpela pêşîn a dîwana Melayê Cizîrî ya ku Sadiq Behadînê Amêdî ji Mîr Kamuran Alî Bedir-Xan re şandiye, cih digire.
Her wiha di kovarê de wêne û bîranînên Hesen Zîrek û Seyîd Riza jî hene.
Xwendevan dikarin kovarê ji ser malperê û hesabên medyaya civakî peyda bikin.
https://www.kovaravin.com
https://www.facebook.com/kovaravine
.jpg&w=3840&q=75)


