Hewlêr (Rûdaw) - Erdalê kurê hunermendê navdar Brader Mûsikî (Hozan Brader) li bajarê Arnheimê yê Holendayê koça dawî kir.
Erdalê ku endazyarê ITyê bû ev demeke dirêj bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin.
Hunermend Brader Mûsikî sala 1958an li gundê Mûsîka yê navçeya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Zarokatiya wî di civatên dengbêjan de û di nav stran û çîrokên Kurdî de derbas bû.
Brader dibistana seretayî û navîn li Mêrdînê û lîseya tenduristiyê jî li Wanê xwend.
Wî di navbera salên 1970 û 1975an de dest bi lêdana tembûrê kir.
Hunermendê Kurd ji ber xebatên xwe yên hunerî li Wanê hat girtin û 3 meh û nîvan di girtîgehê de ma.
Piştî zextên dewletê, wî sala 1986an berê xwe da derveyî welêt û ji wê demê ve li Holendayê dijî.



