Hewlêr (Rûdaw) - Koma Amedê ku yek ji komên efsanewî yên muzîka Kurdî ye, dê li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê konserekê li dar bixe.
Konser dê 28ê Çiriya Paşîn li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Şaredariya Yenîşehîrê were lidarxistin.
Li gorî bernameyê, deriyên salonê dê demjimêr 19:00an vebin û bername dê demjimêr 20:00an dest pê bike.
Koma Amedê sala 1988an li Enqereyê ji aliyê komek xwendekarên Fakulteya Bijîşkiyê ve hat damezirandin.
Kom wekî yek ji pêşengên sereke yên muzîka resen û nûjen a Kurdî tê naskirin.
Koma Amedê ji aliyê kesên mîna Fikrî Kutlay, Gulşen Çetîn, Ahmet Kaya û Evdilmelek Şêxbekîr ve hat avakirin.
Komê pişt re xebatên xwe di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de li Stenbolê domandin.
Album û şêwaza muzîkê
Koma Amedê stranên gelerî yên herêmên cuda yên Kurdistanê bi şêwazekî nûjen û pirdengî şîrove kirin û muzîka Kurdî bi pêş xist.
Albuma wan a yekem a bi navê "Kulîlka Azadî" sala 1990î ji ber qedexeyan bi awayekî korsan hat belavkirin.
Komê sala 1995an albuma "Agir û Mirov" û sala 1997an jî albuma "Dergûş" derxist.
Bi taybetî strana "Amediyê" ya di albuma Dergûşê de di nav gel de dengekî mezin veda û bû yek ji klasîkên muzîka Kurdî.
Vegera piştî nêzîkî 30 salan
Koma Amedê piştî navberekî dirêj ê nêzîkî 30 salan, salên 2025 û 2026an dîsa li hev civiya.
Komê di vê çarçoveyê de li Qada Newrozê ya Amedê û li Dika Vekirî ya Harbiyeyê ya li Stenbolê konserên mezin û dîrokî li dar xistin.
Bîletên konsera Mêrsînê li ser malperên online û li pirtûkfiroş û qehwexaneyên bajêr tên firotin.



