Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê merasîma dayîna xelatê ya Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî tê lidarxistin.
Weşanên Sor li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Merasîm dê 30ê Çiriya Pêşîn ji aliyê Weşanên Sor, Malbata Arjen Arî û Şaredariya Peyasê ve were lidarxistin.
Her wiha di heman rojê de di salvegera wefata helbestvanê navdar ê Kurd Arjen Arî de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê merasîmeke bîranînê jî tê lidarxistin.
Li gorî bernameya ku hatiye ragihandin, demjimêr 12:30î dê li ser gora Arjen Arî ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bernameyeke bîranînê were lidarxistin.
Merasîma xelatdayînê jî dê heman rojê demjimêr 18:00an li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî ya Şaredariya Peyasê dest pê bike.
Di merasîmê de Simeya H. Lalîn, Hoşeng Nizarî û Michael L. Chyet dê amade bin û dê xelatên pêşbirkê werin pêşkêşkirin.
Her wiha helbestvan Simeya H. Lalîn dê pirtûkan ji bo xwendevanan îmze bike.
Panela li ser helbestên Arjen Arî
Piştî merasîma xelatdayînê demjimêr 19:00an dê panelek li ser "Helbest û Hevpeyvînên Arjen Arî" bê lidarxistin.
Di panelê de nivîskar Osman Ozçelîk û Rêzan Diljen dê wekî axêver beşdar bibin û moderasyona panelê jî dê ji aliyê Mîna Acerê ve were kirin.
Weşanên Sor bi rêya daxuyaniyekê bangî hezkiriyên wêjeya Kurdî kir û got:
"Ji bo merasîma xelatdayîna Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî, di salvegera wefata wî de em wekî Weşanên Sor, Malbata Arjen Arî û Şaredariya Peyasê bernameyekê li dar dixin.
Em dixwazin dost û hevalên Arjen Arî di vê roja taybet de bi me re bin."



