Hewlêr (Rûdaw) - Di ser koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Kurd ê mezin Cegerxwîn re 42 sal derbas bûn.
Seydayê Cegerxwîn beriya niha bi 42 salan, 22yê Çiriya Pêşîn a 1984an li paytexta Swêdê li Stockholmê koça dawî kir.
Helbestvanê navdar li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li hewşa mala xwe hat veşartin.
Cegerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir. Wî li pey xwe gelek berhemên dewlemend hiştin ku ji helbest, ferheng û çîrokan pêk tên.
Hilgirê xetîreya azadiya Kurdistanê
Cegerxwîn bi keda xwe ya bêrawestan û berhemên xwe yên hêja, bû hilgirê xetîreya azadî û rizgariya Kurdistanê.
Seydayê Cegerxwîn wêjeya Kurdî bi berhemên xwe dewlemend kir. Wî 8 dîwanên giranbaha li pey xwe hiştin ku di nav wan de berhemên wekî "Kî Me Ez" û "Sewra Azadî" jî hene.
Her wiha wî li ser jiyana xwe û dîroka Kurdistanê jî nivîsî û qala dastan û lehengên gelê xwe kir.
Zimanekî sade û dozeke mezin
Zimanê Cegerxwîn sade û fêmbar bû.
Doza wî azadiya welatê wî, bipêşketina gelê wî, azadiya jina Kurd û nemana bêedaletiyê ya di nav çînên miletê Kurd de bû.
Koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn a li xerîbiyê bandoreke mezin li ser rewşenbîr û helbestvanên hemû Kurdistanê û xasma ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Risteyên xemgîn ên Seydayê Keleş
Helbestvan Seydayê Keleş di şîna Cegerxwîn de hestên xwe bi van risteyên xemgîn anîne zimên:
Bîst û diduyê dehan nexweş hat
Heştê û çaran Duşema reş hat
Daxên te li dil bi ar û şewat
Heyf e ku te ruh daye, Cegerxwîn!
Bo çi te niha ji nav me da rê?
Hişk bûn li me tev gulên buharê
Em bo te dikin qîr û hewarê
Derdê te li me daye, Cegerxwîn!
Destê me niha çima te berda?
Zû bû te ruhê şêrîn bi der da
Ziyanek mezin giha me Kurda
Çûna te xisar daye, Cegerxwîn!"
Cegerxwîn kî ye?
Cegerxwîn sala 1903yan li gundê Hesarê yê navçeya Kercosê (Piştî ku Êlih sala 1990î bû parêzgeh Kercos jî bû navçeyeke Êlihê, berê li ser Mêrdînê bû) ya Êliha Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Navê wî yê rastî Şêxmûs e lê wî maxlasa Cegerxwîn bi kar aniye.
Cegerxwîn di helbesteke xwe de wiha behsa ji dayîkbûna xwe dike:
“Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê
Bi navê Siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê
Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê
Jîna xwe min diborand, paşê ji wê me da rê”
Piştî destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê sala 1914an bi malbata xwe re derbasî binxetê bajarê Amûdê bû.
Sala 1920î careke din vegeriya Bakurê Kurdistanê û li Amedê dest bi perwerdeya medreseyê kir.
Piştî Serhildana Şêx Seîd sala 1925an derbasî Başûrê Kurdistanê bajarê Rewandûzê bû û piştre çû Bexdayê.
Cegerxwîn piştî Bexdayê çû Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Amûdê bi cih bû.
Li Amûdê perwerdeya olî wergirt û sala 1928an dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir.
Bi Kurdên navdar ên ji Bakurê Kurdistanê yên wekî Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan û Nûredîn Ûsiv (Zaza) re xebatên edebî û siyasî kirin.
Di Kovara Hawarê de ya ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve dihat derxistin de bi navê Cegerxwîn helbest weşandin.
Sala 1927an bi keça xalê xwe re zewicî û sala 1928an yekem dîwana xwe nivîsand ku tê de behsa jiyana xwe jî kir.
Di avakirina Xoybûnê de bi awayekî çalak cih girt û piştgirî da Serhildana Agiriyê.
Sala 1938an li Amûdê bi hevalên xwe Qedrîcan, Osman Sebrî, Dr. Ahmed Nafîz, Celadet Elî Bedirxan û çend rewşenbîrên Kurd ên mişextkirî re Komeleya Ciwanên Kurd ava kir.
Sala 1946an çû Qamişloyê û dest bi jiyana siyasî kir.
Heman salê bi hevalên xwe re Civata Azadî û Yekîtiya Kurd ava kir. Dr. Ehmed Nafîz serok û Cegerxwîn jî sekreter bû.
Ji sala 1946an heta sala 1973yan jiyana xwe di navbera Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Libnanê de derbas kir.
Sala 1948an bû endamê Partiya Komunîst a Sûriyeyê û piştre dev ji wê partiyê berda û bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê.
Sala 1959an çû Bexdayê û li Zanîngeha Bexdayê wekî mamosteyê zimanê Kurdî dest bi kar kir û sala 1962yan vegeriya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Salên 1962 û 1963yan du caran hat girtin û demekê di Girtîgeha Şamê de ma û piştre mişextî bajarê Siweydayê yê Sûriyeyê hat kirin. Piştî demeke kurt vegeriya Qamişloyê.
Sala 1969an derbasî Başûrê Kurdistanê bû û salekê di nav şoreşa Kurdî de cih girt.
Sala 1973yan ji Rojavayê Kurdistanê ji neçarî çû Libnanê û sala 1976an careke din vegeriya Rojavayê Kurdistanê.
Gelek caran ji ber kar û xebatên siyasî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hat girtin.
Ji ber zextên zêde yên Hikûmeta Sûriyeyê, neçar ma sala 1979an koçî Swêdê bike û li wê derê bi cih bû.
Seydayê Cegerxwîn beriya 40 salî 22yê Çiriya Pêşîna 1984an li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir û paşê li Qamişloyê hat veşartin.
Du kur û çar keçikên wî hebûn.
Li pişt xwe gelek berhemên dewlemend hiştin ku ji 8 dîwanên helbestan û 11 pirtûkên ku behsa dîrok û ferhenga Kurdan dikin.
Her wiha gelek pirtûkên wî yên nehatine çapkirin jî hene. Di pirtûkên xwe de gelek caran banga yekîtiya kurdan û azadiya Kurdistanê kiriye.
Gelek helbestên wî weke stran hatine xwendin û ya herî bi navûdeng jî “Kî Me Ez” ku hunermend Şivan Perwer bi navê “Kî Ne Em” kiriye stran.
Berhemên Cegerxwîn:
Dîwana Yekem: Agir û Pirûsk, 1945, Şam
Dîwana Duyem: Sewra Azadî, 1954, Şam
Dîwana Sêyem: Kî me Ez?, 1973, Beyrûd
Dîwana Çarem: Ronak, 1980, Weşanên Roja Nû, Stockholm
Dîwana Pêncem: Zend-Avista, 1981, Weşanên Roja Nû, Stockholm
Dîwana Şeşem: Şefaq, 1982, Weşanên Roja Nû, Stockholm
Dîwana Heftem: Hêvî, 1993, Weşanên Roja Nû, Stockholm
Dîwana Heştem: Aşitî, 1985, Weşanxana Kurdistan, Stockholm
Salar û Mîdya
Şerefnameya Menzûr
Ziman:
Destûra Zimanê Kurdî, 1961, Bexda
Ferheng, Parçê Yekem, 1962, Bexda
Ferheng, Parçê Duyem, 1962, Bexda
Dîrok:
Tarîxa Kurdistan (1) 1985 Weşanên Roja nû Stockholm
Tarîxa Kurdistan (2) 1987 Weşanên Roja nû Stockholm
Tarîxa Kurdistan (3) 1999 Roja nû Stockholm
Jînenîgariya min 1995 Weşanxaneya Apec Stockholm.
Seydayê Cegerxwîn xeyn ji van, çend pirtûkên çîrok û lêkolînan jî nivîsîne.


