Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiya navneteweyî ya "Opera li ser ekranan" de, dê mazûvaniya operaya navdar a Jacques Offenbach a "Robinson Crusoé" bike.
Ev çalakî bi pêşengiya Şaredariya Rennesê ya Fransayê tê lidarxistin û 17 bajarên cuda yên ji 13 welatên cîhanê di bin sîwana hunerê de tîne cem hev.
Nîşandana operayê dê 6ê Çiriya Paşîn, demjimêr 20:30î li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk bê. Her kes dikare dê bêpere beşdarî vê çalakiyê bibe.
17 bajarên cîhanê di vê operayê de digihîjin hev
Di çarçoveya bernameya hunerî ya sala 2026an de, operaya "Robinson Crusoé" ku ji aliyê Operaya Rennesê ve hatiye lîstin, bi rêya ekranên mezin digihîje temaşevanên Amedê.
Di vê projeya navneteweyî de, ji bilî Bakurê Kurdistanê (Amed), bajarên ji welatên wekî Almanya, Çîn, Amerîka, Fransa, Îrlanda, Japonya, Filistîn, Polonya, Romanya, Îngilistan, Ukrayna û Viyetnamê jî cih digirin.
Ji ber cudahiya demê ya navbera welatan, nîşandan dê di dîrok û demjimêrên cuda de dest pê bikin lê hemû bajar bi dîtina heman berhemê wê bibin şirîkê serpêhatiyeke hevpar a çandî.
Fêkiya peymana biratiya Amed û Rennesê
Ev çalakiya hunerî wekî encameke peymana "Bajarên Bira" ya di navbera Amed û Rennesê de tê nirxandin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun 11ê Kanûna Pêşîn a 2025an bi Şaredara Rennesê Nathalie Appéréyê ve peymana fermî ya biratiyê îmze kiribû.
Pêwendiya Amed û Rennesê xwedî dîrokeke kevn e û sala 1979an, bi daxwaza piştgiriya şaredarê wê demê Mehdî Zana dest pê kiriye.
Piştî navberekê ku ji ber sedemên siyasî yên sala 2016an çêbûbû, piştî hilbijartinên şaredariyan ên sala 2024an pêwendî ji nû ve geş bûn û di dawiyê de ev peymana dîrokî hat îmzekirin.
Birêvebiriya Şaredariya Amedê vexwendineke giştî li hemû hezkirên hunerê û welatiyan dike ku beşdarî vê şeva operayê ya taybet bibin.
.jpg&w=3840&q=75)


