Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê Kurd ê navdar Mano Xelîl ragihand ku ew amadehiyan dike da ku karesata dîrokî ya Şewata Sînemaya Amûdê bike fîlmekî sînemayî yê li ser asta navneteweyî.
Mano Xelîl bû mêhvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ku Dilbixwîn Dara pêşkêş dike.
Wî li ser projeya xwe ya nû, girîngiya vê karesatê ya di dîroka Kurdan de û pêwîstiya bi piştgiriyê agahiyên berfireh dan.
"Birîneke mezin a dîroka me ye"
283 zarokên Kurd di karesata şewata Sînemaya Amûdê de canê xwe ji dest da ku 13ê Çiriya Paşîn a 1960î rû da.
Mano Xelîl destnîşan kir ku çêkirina vî fîlmî wekî barekî li ser milê wî ye û got:
"Ev 35 sal in ez di qada sînemayê de dixebitim. Min li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê fîlm çêkirin. Lê belê wekî derhênerekî xelkê Rojavayê Kurdistanê, ev karesat birîneke gelekî kûr e.
Di wê bûyerê de ne tenê şewatek çêbû, nifşekî me yê zarokan hat şewitandin."
Derhênerê Kurd anî zimên ku wan zarokan mîna berxan xistin xaniyekî û derî li ser wan girtin û got:
"Ji wan re gotin ku fîlm ji bo azadiya Cezayîrê ye lê zarokên me şewitîn."
"Armanc ne tolhildan e, parastina bîra neteweyî ye"
Derhênerê Kurd diyar kir ku ev karesat bi serjimariya awarte ya sala 1962yan a li Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.
Bi gotina wî her wiha ev bûyer bi Kembera Erebî ya Mihemed Teleb Hîlal û siyaseta guhertina demografiyê ya rejîma Beisê ve jî xwedî pêwendî ye.
Mano Xelîl tekez kir ku armanca wî ji çêkirina vî fîlmî ne tolhildan e, berevajî wê belgekirina rastiyê ye û wiha domand:
"Armanca me ne tolhildan e. Em dixwazin sitemkarî, zordarî û karesata ku hatiye serê gelê me nîşanî cîhanê bidin. Eger em dîroka xwe ji bîr bikin, em dê paşeroja xwe jî ji bîr bikin.
Çawa ku di cîhanê de bûyereke bi vî rengî dibe trajediyeke mezin a neteweyî, divê ev karesat jî bi zimanê sînemayê li cîhanê were naskirin."
Pêwîstî bi budceyeke mezin heye
Mano Xelîl eşkere kir ku ji bo fîlmekî bi vî rengî yê serdema 1960î were çêkirin, pêwîstî bi budceyeke berfireh heye û got:
"Ji bo ku em fîlmekî profesyonel çêbikin û derbasî festîval û sînemayên cîhanê bibin, pêwîstî bi çend milyon dolaran heye.
Çêkirina fîlmekî dîrokî hêsan nîne. Motorsîklet, traktor, wesayît û cil û bergên wê serdemê hemû tên amadekirin."
Mano Xelîl diyar kir ku şirketa Frame Film a li Bernê dê beşeke mesrefê bigire ser xwe lê derfeta wan nîne ku bi tenê hemû lêçûnê dabîn bikin.
Bangî sazî û karsazan kir
Derhênerê navdar bal kişand ser kêmasiya piştgiriya ji bo hunera Kurdî û bangî xwedan sermaye û hikûmetan kir û got:
"Dema fîlmê Cîran de jî ez çûm Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê lê mixabin kesî piştgirî neda me. Ev proje ne projeyeke şexsî ye, projeyeke neteweyî ya gelê Kurd e."
Mano Xelîl anî zimên ku li welatên Ewropayê beşek ji dahat û bacê ji bo huner û çandê tê terxankirin û got:
"Banga min ew e ku sazî, berpirs û karsazên me yên xwedî derfet piştgiriyê bidin sînema û çanda Kurdî."
Mano Xelîl di dawiyê de da zanîn ku karê teknîkî yê fîlmê wî yê dawî yê bi navê "Kêlî" bi dawî bûye û ew niha ji bo destpêkirina xebatan a Şewata Sînemaya Amûdê di nav amadehiyê de ye.


