Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger û derhêner Zafer Avnaş bi alîkariya hişê çêkirî destana navdar a Kurdî Mem û Zînê ji nû ve bi şêwaza muzîka klasîk û orkestrayê amade kir.
Ev xebat bi navê “Memê Alan - Versiyona Orkestraya Klasîk” hat amadekirin.
Kevneşopiya dengbêjiyê û orkestra tên ba hev
Destana Mem û Zînê ya ku helbestvan û zanayê Kurd Ehmedê Xanî nivîsandiye yek ji berhemên herî girîng ên wêjeya Kurdî ye.
Ev çîrok bi salan bi rêya kevneşopiya dengbêjiyê hatiye vegotin û ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye.
Di vê projeyê de dengê stranbêjeke jin, ahenga orkestraya klasîk û atmosfera muzîka sînemayî tên ba hev.
Armanc ew e ku ruhê muzîka kevneşopî ya Kurdî bi cîhana muzîka klasîk a pirdengî re bê girêdan.
“Heke Kurd xwedî orkestrayê bûna dê muzîka wan çawa bûya?”
Zafer Avnaş li ser çavkaniya projeyê got ku wî xwestiye bizanibe heke berê orkestraya Kurdan heba dê çîrokên xwe çawa vegotana.
Avnaş got, “Min xwest ez ruhê muzîka kevneşopî ya Kurdî û hêza vegotinê ya dengbêjiyê biparêzim.
Her wiha min xwest ez wan bi cîhana muzîka klasîk a pirdengî re bînim ba hev.”
Destpêka lêgerîneke nû
Wî destnîşan kir ku hişê çêkirî ji bo ceribandina îmkana muzîkekê hatiye bikaranîn ku di dîrokê de pêk nehatiye.
Avnaş diyar kir ku ev xebat ne dawî ye û ev destpêka lêgerînekê ye ku dikare muzîka Kurdî bi formên nû bide nasîn.
Muzîk û vîdeoya “Memê Alan” ji aliyê ONE RECê ve hatine amadekirin.


