Hewlêr (Rûdaw) - Derhênera Kurd Nesrîn Ebdî ragihand ku ew niha mijûlî çêkirina belgefîlmeke nû ye û got, “Ez Ez dixwazim li ser Rojavayê Kurdistanê jî fîlmekê çêbikim.”
Ev fîlma nû li ser jineke Kurd e ku ji komkujiya Enfalê rizgar bûye.
Nesrîn Ebdî berê jî li ser şerê li dijî DAIŞê belgefîlmeke bi navê "Pêşwaziya Mirinê" çêkiribû.
Fîlma li ser rizgarbûyeke Enfalê
Derhêner Nesrîn Ebdî ji bo nîşandana fîlma xwe ya "Pêşwaziya Mirinê" hat Herêma Kurdistanê.
Ew bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Nesrîn Ebdî li ser projeyên xwe yên nû û hestên xwe yên vegera li Kurdistanê axivî.
Nesrîn Ebdî da zanîn ku fîlmê wê yê nû li ser jineke Kurd e.
Wê got ku ew jin "di gelek bûyerên nexweş re derbas bûye" û "dibe beşek ji Enfalên Kurdistanê."
Nesrîn Ebdî destnîşan kir ku projeya wê ya nû niha di qonaxa montajê de ye.
Wê destnîşan kir ku ew dê di demeke nêzîk de projeya xwe biqedîne.
Pêşwaziya Mirinê
Fîlmê "Pêşwaziya Mirinê" li ser berxwedan û qehremaniya Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê de ye.
Ev fîlm li çendîn bajarên Herêma Kurdistanê û li Kampa Domîzê hatiye nîşandan.
Nesrîn Ebdiyê got ku armanca wê ya sereke ew bû ku fîlmê nîşanî wan kesan bide ku di fîlmê de cih girtine.
Ev fîlm li welatên Ewropayê û cihên din ên cîhanê jî hat nîşandan.
Lê bi gotina Nesrîn Ebdî cihê rast ê fîlmê Kurdistan e.
Ji ber ku fîlm qala Pêşmergeyan û qurbanîdana xelkê Kurdistanê dike, anîna fîlmê ya li Kurdistanê ji bo Nesrîn Ebdyê wekî "vegera li welêt" e.
Soza hevjîna şehîdekî
Nesrîn Ebdî li ser rewşa kesên di fîlmê de jî axivî.
Wê qala Narînê kir ku hevjîna şehîdekî ye û got:
"Wê soz da hevjînê xwe ku zarokên wî bigihîne asteke bilind û niha wê her sê zarokên xwe fêrî xwendinê kirine."
Her wiha wê qala Pêşmergeyekî bi navê Basil jî kir ku di şer de lingekî xwe ji dest dabû.
Nesrîn Ebdiyê li ser rewşa wî got, "Ew niha li ser pêyê ku jê re hatiye çêkirin dimeşe. Wî di nav hêzên Pêşmergeyan de cihekî baş girtiye."
Derhênera Kurd di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku ew dixwaze li ser Rojavayê Kurdistanê jî projeyeke mezin çêbike.
Wê xwesteka xwe ya ji bo vê projeyê bi gotinên "Ez dixwazim fîlmeke gelekî mezin çêbikim" anî zimên.

