Hewlêr (Rûdaw) - Fîlmê nû yê derhênerê navdar ê Kurd Helkewt Mistefa ê bi navê “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” dê li Festîvala El Gounayê ya Misirê were nîşandan.
Fîlm qala çîroka jineke Pêşmerge ya segvan dike ku ew ji bo rizgarkirina xwişka xwe diçe nava DAIŞê.
Fîlm dê di merasîmeke fermî de cara yekem li ser welatên Ereban derkeve pêşberî temaşevanan.
Ev fîlm nûnerê fermî yê Îraqê yê ji bo Xelata Oscarê ye.
Fîlm berê cara yekem li ser asta navneteweyî di Festîvala Fîlman a Venedîkê de hatibû nîşandan û niha jî li sînemayên Herêma Kurdistanê tê nîşandan.
Merasîma xalîçeya sor
Festîvala El Gounayê navên wan fîlman belav kirin ku dê li hola sereke ya festîvalê werin nîşandan.
Êvara 19ê Çiriya Pêşîn, merasîma xalîçeya sor ji bo fîlmê “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” were lidarxistin.
Fîlm çîroka keçeke Pêşmerge vedibêje ku red dike li hemberî tarîtiyê serê xwe bitewîne.
Helkewt Mistefa ragihand ku fîlm dê ji 22yê Çiriya Pêşîn ve li sînemayên welatên Ereban were nîşandan.
Derhênerê Kurd got, "Ez gelekî kêfxweş im ku temaşevanên Ereb dê çîroka wêrekiya Pêşmergeyeke jin nas bikin ku Xanim Avan Cemal tê de rola sereke dilîze."
Çîroka keçeke Pêşmerge
Fîlm çîroka keçeke Pêşmerge vedibêje ku ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya biçûk bi dizî dikeve nav DAIŞê û wêneyekî helbestî yê jineke Pêşmerge pêşkêş dike.
Helkewt Mistefa ji bo nivîsandina vê berhemê, bi çend jinên Pêşmerge re hevdîtin kirine ku li dijî DAIŞê şer kiriye.
Serkeftinên Helkewt Mistefa
Berhema berê ya Helkewt Mistefa, belgefîlmê bi navê "Veşartina Sedam Husên" bû.
Ew berhem di gişeyê (box office) de bûbû belgefîlma herî zêde hatî temaşekirin adi dîroka sînemaya Ereban de.
Helkewt Mistefa xelkê Başûrê Kurdistanê ye û li Norwecê dijî.
Wî sala 2016an bi fîlmê sînemayî yê bi navê "Klasîko" navûdengekî navneteweyî bi dest xist.
Ew fîlm li zêdetirî 56 welatan hat nîşandan û wî gelek xelat wergirtin.
Helkewt Mistefa niha bi vî karê xwe yê nû gihîştiye lûtkeya festîvalên cîhanî û êdî sînemaya Kurdî li navendên Erebî û navneteweyî ne xerîb e.


