کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hesen Mela û merasîma dayîna xelatê / Wêne: Rûdaw Grafîk, Hesen Mela

Hesen Mela û merasîma dayîna xelatê / Wêne: Rûdaw Grafîk, Hesen Mela

Çand û Huner

Pirtûka wêneyan a Hesen Mela li Almanyayê 'Xelata Zîvîn' stand

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin
Çand û Huner21-11-2026

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir
Çand û Huner21-11-2026

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir
Çand û Huner21-11-2026

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka wêneyan a wênegir û dîzaynerê grafîkê Hesen Mela di pêşbirka "Xelata Pirtûka Wêneyan a Almanyayê" (Deutscher Fotobuchpreis) a salên 2026/2027an de Xelata Zîvîn stand.

Pirtûka ku dawiya sala 2025an hatibû weşandin, di kategoriya "Weşana Xweser / Weşangerên Serbixwe / Pirtûkên Hunerî yên Çêkirî" de hêjayî Xelata Zîvîn hat dîtin.

Pirtûk bi rêya wêneyan û nivîsan, jiyana rojane, rû û çîrokên kesane yên penaberên Rojavayê Kurdistanê belge dike ku li kampên penaberan ên Herêma Kurdistanê yên wekî Kewirgosk, Berdereş û Akrê dijîn.

Berhem li ser mijarên koçberî, bîr, windakirin û xweragiriyê disekine û dîmenên hewldanên destpêkirina jiyaneke nû ya di bin kon û stargehên demkî de tîne cem hev.

Nivîsên pirtûkê bi 3 zimanan; Almanî, Kurdî û Erebî hatine amadekirin.

Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ve hatiye nivîsandin û Wail Mela, Fînda Çelebî û Markus Ege jî bi nivîsên xwe tê de beşdar bûne.

Her wiha dîzayna pirtûkê ji aliyê Lisa Drechselê ve hatiye amadekirin.

Hesen Mela: Ev berhem hewldanek e li hemberî jibîrkirinê

Wênegir Hesen Mela li ser vê xelatê û pirtûka xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

"Pirtûka min «Herz ohne Kammer – Dilê bê jûr» projeyeke wênegiriyê ya belgeyî ye ku jiyana penaberên Kurd ên ji Rojavayê welêt li kampên penaberan ên Başûrê Kurdistanê belge dike.

Ji bo vê projeyê min jiyana rojane ya mirovan a li 3 kampên penaberan wêne kir ku ew jî Kewirgosk, Berdereş û Akrê ne."

Hesen Mela anî zimên ku armanca wî ne tenê ew bû ku şert û mercên dijwar nîşan bide û da zanîn:

"Min bi wêneyên xwe nexwest tenê şert û mercên dijwar nîşan bidim.

Min xwest mirovan bi xwe, rûmeta wan, hêvî, bîranîn û kêliyên biçûk ên jiyana wan a rojane nîşan bidim.

Ji bo min girîng bû ku ev mirov ne tenê wekî penaber werin dîtin, wekî kesên ku her yek ji wan xwedî çîrok, nasname û jiyaneke taybet e werin dîtin."

Wateya navê "Dilê bê jûr"

Hesen Mela li ser wateya navê pirtûka xwe jî got:

"Navê «Dilê bê jûr» bi awayekî sembolîk windakirina welat, mal û hesta ewlehiyê vedibêje lê di heman demê de ew bîranîn û girêdana mirovan a bi welatê wan re jî tîne ziman, her çend ew neçar mabin ku ji wir dûr bikevin.

Ji bo min ev pirtûk ji projeyeke wênegiriyê wêdetir e. Ew hewldanek e ji bo berxwedana li hemberî jibîrkirinê, parastina bîranînan û belgekirina çîrokên ku gelek caran nayên bihîstin."

Hesen Mela bal kişand ser girîngiya xelatê û got:

"Pirtûka min di Xelata Pirtûkên Wêneyan a Almanyayê ya 2026/2027an de madalyaya zîvîn stand.

Ev xelateke girîng a qada pirtûkên wêneyan a li Almanyayê ye.

Komîteyeke pispor kalîteya wêneyan, ramana hunerî, naverok, dîzayn û hilberîna pirtûkan dinirxîne.

Merasîma fermî ya dayîna xelatan 21ê Çiriya Paşîn li Regensburga Almanyayê hat lidarxistin."

Mela her wiha destnîşan kir ku ev xelat dengê penaberan digihîne qada navneteweyî û pê de çû:

"Bi saya vê xelatê mirovên ku min çîrokên wan belge kirine, derfeteke din bi dest dixin ku li derveyî sînorên Kurdistanê jî werin dîtin û bihîstin.

Ji bo min bi taybetî girîng e ku ev pirtûk bi zimanê Kurdî jî hatiye weşandin.

Bi vî awayî çîrok, bîranîn û nêrînên me dikarin di cîhana huner û wênegiriyê ya navneteweyî de cihê xwe bigirin.

Ev pirtûkên ku xelat wergirtine dê li gelek welatan werin nîşandan."

Hesen Mela kî ye?

Hesen Mela 21ê Adara 1995an li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ew sala 2015an çûye Almanyayê û li bajarê Stuttgartê bi cih bûye.

Mela wekî wênegir, wênesaz û şêwekarê serbixwe, di xebatên xwe yên hunerî de bi taybetî li ser mijarên nasname, resenî, bîranîn û rastiya civakî ya Kurdan dixebite.

Wî li Almanyayê li ser projeya vegotina çîrokan a bi navê "Humans of Stuttgart" (Mirovên Stuttgartê) jî kar kiriye.

Hesen Mela niha li Navenda Kurdistanê ya Huner û Çandê (KCAC) ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê wekî Birêvebirê Afirîneriyê (Creative Lead) dixebite.

Nûçeyên Têkildar

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin
Çand û Huner21-11-2026

Li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir
Çand û Huner21-11-2026

Helkewt Mistefa xelata xwe diyarî jinên Kurd kir

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir
Çand û Huner21-11-2026

Pallê ‘Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê’ ya Ebdurrehman Qasimlo bi Kurmancî çap kir

Pirsên