Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomatên biyanî yên li Hewlêrê di merasîma xalîçeya sor a ku doh li Empire Cinemayê hat lidarxistin, di dema nîşandana fîlmê derhênerê Kurd Helkewt Mistafa ya bi navê “No Paradise If You Are Killed by a Woman” (Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihuştê Nabînî) de pesnê rola Pêşmergeyan a di têkoşîna li dijî DAÎŞê de da.
Fîlmê Helkewt Mistafa di destpêka vê mehê de li Festîvala 83yemîn a Navneteweyî ya Fîlman a Venedîkê promiyera xwe ya cîhanî kir.
Ev berhem wekî namzeda fermî ya Îraqê ji bo kategoriyên “Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş” a Xelatên 99emîn a Akademiyê (Oscar) hat hilbijartin ku Adara 2027an dê were lidarxistin.
Fîlm di şerê li dijî DAIŞê de fedakariyên jinên Kurd dide der, di heman demê de çîroka jineke nîşangir a Peşmerge vedibêje ku ji bo xwişka xwe rizgar bike li Mûsilê bi dizîka ketiye herêma di bin kontrola rêxistinê de.
Di dema nîşandana fîlm a li Hewlêra paytext de dîplomatên ku bi Rûdawê re axivîn, bal kişandin ser rola dîrokî ya hêzên Pêşmerge û wêrekiya gelê Kurd.
“Em gelek tiştan deyndarê Pêşmergeyan in”
Alîkarê Konsulê Giştî yê Almanyayê ya li Hewlêrê Matthias Wehler Pêşmergeyan wekî “mirovên baş, rast û bihêz” bi nav kir û wiha got:
“Gelê Alman hurmeteke mezin ji Pêşmergeyan re heye.”
Wehler fîlm wekî “gelekî bandorker” destnîşan kir û wiha got:
“Berhemeke hişk e, mirov pê mat dibe lê ez dibêjim ku bi awayekî bêkêmasî nîşan dide bê ka Pêşmerge ji bo Kurdistanê tenê na lê ji bo hemû cîhanê çi kiriye.”
Alîkarê Konsulê Giştî yê Almanyayê Matthias Wehler peyama fîlm wiha pênase kir:
“Em gelek tiştan deyndarê Pêşmergeyan in ku cîhan ji vê xerabiyê rizgar kir.”
Konsula Giştî yê Brîtanyayê ya li Hewlêrê Holly Vareyê jî bal kişand ser beşdariya Pêşmergeyan a di têkoşîna li dijî DAÎŞê de bi taybetî beşdariya şervanên jin û “rola girîng a ku ew li dijî DAIŞê wergirtine.”
Vareyê derbarê wêrekiya Pêşmergeyan bi taybetî Pêşmergeyên jin û binavûdengiya wan a li cîhanê wiha got:
“Rola wan a girîng li seranserê cîhanê baş tê zanîn. Bi taybetî hebûna gelek şervanên jin di refên wan de li Brîtanyayê jî wekî rastiyeke heq tê zanîn.
Brîtanya ji mêj ve ye hevkarê Pêşmergeyan e û li ser perdeya mezin dîtina vê çîrokê bi rastî jî hesteke ecêb e.”
“Motîfên kevneşopî û wêrekî gelek bandorker bûn”
Alîkarê Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê Ebas Îskenderî ji ber awayê ku fîlm hêmanên çandî û şervanên jin nîşan dide pesnê wî da û wiha got:
“Fîlmekî gelek serkeftî bû. Dîmenên balkêş, sembolên bihêz û muzîka kevneşopî ya vê axê tê de hebû.”
Wî herwiha wêrekiya Pêşmergeyên jin ku li dijî hêzeke dagirker a biyanî li ber xwe daye, pesinand.
Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) û berdevkê berê yê Hêzên Koalîsyonê yên Navneteweyî Myles Caggins jî berhem ji aliyê lîstikvaniyê, sînematografiyê û derhêneriyê ve nirxand û wiha got:
“Bi rastî jî fîlmekî awarte û balkêş bû. Performansa lîstikvanan di asta herî bilind de bû, sînematografiya wê, derhêneriya wê û çîroka wê gelekî xweş bûn. Temaşekirina vî fîlm ji bo min serbilindî ye.
Ev fîlm rêyekî bêkêmasî ye ji bo rêzgirtina Pêşmerge, YPJ, YPG û hemû jin û mêran ku li dijî DAIŞê şer kirine.”
Fîlm di destpêka vê mehê de li Venedîkê di Sala Grandeyê ya salona sereke ya festîvalê de derket pêşberî temaşevanan.
Koma lîstikvanan û ekîba hilberînê jî bi cil û bergên kevneşopî yên Kurdî derketin ser xalîçeya sor.
Derhênerê Festîvala Fîlman a Venedîkê Alberto Barbera jî piştî nîşandana fîlmê pesnê berhemê da û wiha got, “Fîlm bandoreke mezin li ser me kir.
Em li benda berhemeke wiha bihêz û mezin a derbarê şer û rola Pêşmerge û gelê Kurd a di têkoşîna li dijî DAÎŞê de nebûn.”


