Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 10 salan ji dûrketina ji meydana hunerê, stranbêjê navdar ê Kurd Hozan Ayhan bi nûkirina strana xwe ya navdar "Yara Min" careke din dest bi karê muzîkê kir.
Ayhan beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser huner, plan û projeyên xwe pirsîn Nalîn Hesenê bersivandin.
Hozan Ayhan sedemên dûrketina xwe, xebatên xwe yên nû û plana vegera xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê eşkere kirin.
Klîpeke nû bi hewayeke sînemayî
Hozan Ayhan strana xwe ya bi navê "Yara Min" ku gotin û awaza wê yên wî ne, piştî 20 salan ji nû ve tomar kir û klîpeke nû jê re kişand.
Klîp di atmosfereke gelekî hestiyar de û di bin baraneke romantîk de hatiye amadekirin.
Dîmenên baranê, tariya şevê û tenêtiya evîndarekî bi şêwazekî sînemayî hatine hunandin.
Hozan Ayhan bi vê xebatê nîşan da ku stranên bi keda rastîn hatine çêkirin qet kevin nabin û her nifşek dikare ji nû ve bi wan bijî.
"Me stran nêzîkî muzîka Rojhilat kir"
Hozan Ayhanê ku ji bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê beşdarî bultena Rûdawê bû, li ser nûkirina vê stranê diyar kir ku di nava 20 salan de guhê mirovan hînî amûr û dengên nû bûye.
Ayhan got, "Min hez dikir ne tenê dengê wê, stîla wê jî hinekî biguherînim. Stran bi kîjan stîlê jî were xwendin melodiya wê xweş e.
Me vê carê muzîka wê bi rêyeke din ve bir. Her çend meqam heman meqam be jî me ew zêdetir nêzîkî stîla herêma Rojhilat kir."
Ayhan li ser pirsa gelo tirsa wî hebû ku nûkirina straneke ew qasî navdar rastî nerazîbûnê were, anî zimên ku ev tirs tim bi wî re hebûye.
Hunermendê Kurd bal kişand ser melodiyê û got:
"Gotinên wê wekî senaryoya fîlmekî di du beşan de hatine nivîsandin.
Melodiya wê wisa ye ku yek zimanê wê fêm neke jî bi dilekî xweş lê guhdarî dike; çi li Îtalyayê be, çi li Îranê an Fransayê be.
Dema min ev stran derxist, ji Qazaxistanê heta Awistralyayê deng veda."
Sedema bêdengiya 10 salan
Hunermendê Kurd derbarê sedema bêdengiya xwe ya 10 salan de eşkere kir ku jiyana li Ewropayê û xebata wî ya di warê parêzeriyê de ew xistiye nav "xefikekê".
Hozan Ayhan sedema dûrketina xwe wiha vegot:
"Jiyana Ewropayê cuda ye. Tu dikevî nav karên xwe û carinan sal derbas dibin bêyî ku tu pê bihesî.
Jiyana min hinekî tevlîhev bû lê niha aramî vegeriyaye.
Hesreta muzîkê û peyamên domdar ên guhdaran ên li ser medyaya civakî ez vegerandim.
Niha enerjiyeke nû bi min re heye û ez amade me."
"20 stranên nû amade ne"
Hozan Ayhan li ser projeyên xwe yên paşerojê, mizgînî da hezkiriyên xwe û da zanîn ku niha nêzîkî 20 stranên wî amade ne.
Lê belê ew naxwaze wan hemûyan bi carekê re di albûmekê de derxe ji ber ku serdema dîjîtal gelekî bi lez e.
Ayhan di vî warî de got, "Dem ne dema berê ye, serdemeke gelekî bilez e.
Mirov bi tiliya xwe li ser ekrana telefonê her tiştî zû derbas dike.
Ez naxwazim mafê stranên din were xwarin. Lewma meheke din straneke min a nû dê derkeve.
Ev stran ji ber demsala payîz û zivistanê dê dîsa evîndarî û xemgîn be lê bi hatina biharê re ez ê stranên kêfxweş belav bikim."
"Ez dê ji bo sersalê herim Herêma Kurdistanê bikim"
Hozan Ayhan di dawiya axaftina xwe de qala pêwendiya xwe ya kûr a bi Herêma Kurdistanê re kir.
Wî anî ziman ku ji sala 2006an ve çend caran serdana Hewlêr û Dihokê kiriye û Herêma Kurdistanê "wekî welatekî ku bi qasî Ewropayê bi pêş ketiye" dibîne.
Ayhan xwestibû di vê havînê de serdana Herêma Kurdistanê bike lê ji ber şert û mercên herêmê ew serdan bi paş xistibû.
Hunermendê navdar axavtina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
"Ji ber şerê li Rojavayê Kurdistanê, rewşa Îranê û aloziyên li herêmê min nekarî ez bêm.
Niha ez mijûlî tomarkirina çend stranên nû me lê herî dereng ji bo ahengên sersalê ez dê serdana Herêma Kurdistanê bikim."


