Hunermend Luna Erşahînê li Danîmarkayê bi dengê xwe yê xweş û strana "Ez Kevok im" baleke mezin kişand ser xwe.
Luna Erşahîn ji dayîkeke Danîmarkî û bavekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Wê bi du hevalên xwe yên Danîmarkayî re komekee muzîkê ya bi navê "AySay"ê ava kiriye û li gelek welatên cîhanê konseran dide.
Luna ne tenê bi yek zimanî, ew bi heşt zimanan stranan dibêje û hestên xwe yên hunerî tîne zimên.
Ew xwe ji sedî sed Kurd dibîne û dibêje ku muzîka Kurdî di nava xwîna wê de ye.
Ev hunermenda ciwan ji bo saziya hunerî ya Danîmarkayê jî hatiye hilbijartin û ev yek derfeteke mezin dide wê da ku xewnên xwe pêk bîne.
Luna dixwaze di paşerojê de bê Hewlêr û Silêmaniyê û Cejna Newrozê li Kurdistanê bibîne.
Ew her wiha bi hunermendê naskirî yê diyasporayê Tobias Rahim re jî derdikeve ser dikê û bi hev re stranan dibêjin.
Çanda Kurdî û muzîka kevnar ji bo wê bûne çavkaniya sereke ya îlhamê û ew hewl dide zêdetir nêzîkî koka xwe bibe.
Me li ser jiyan, xebat û hestên wê yên hunerî bi Luna Erşahînê re hevpeyvînek kir.
Rûdaw: Beriya her tiştî em dixwazin bizanin tu ji kîjan parçeyê Kurdistanê yî, ew dengê xweş û ew huner ji ku hatiye?
Luna Erşahîn: Gelekî spas. Beriya her tiştî, spas. Baş e, bavê min ji gundekî biçûk ê bi navê Gepsan an Yaylaçik e li derveyî Çorumê ye. Ev dever pitir dikeve bakurê Tirkiyeyê lê em nizanin em bi eslê xwe ji Dêrsimê ne yan ji Meletiyê ne lê Bakurê Kurdistanê ye.
Hêmin Ebdullah: Min bihîst te berê jî anîbû zimên ku dema tu di navbera Danîmarka û em bibêjin çanda Kurdî de mezin dibûyî, te xwe derbarê nasnameya xwe de sergêj hîs kiriye. Girtina tembûrê û gotina muzîka kevn çawa alîkariya te kir ku tu vê nakokiya navxweyî çareser bikî?
Luna Erşahîn: Ew ji bo min gelekî girîng bû, ji ber ku bi rêya ziman û muzîkê tu zêdetir nêzîkî çanda xwe dibî, ne wisa ye? Ji ber vê yekê tecrubeyeke min a gelekî girîng di fêrbûna tembûrê, gotina stranên bi Kurdî û têgihîştina ji xwe de hebû. Her çi qas dayîka min Danîmarkayî û bavê min Kurd be jî ez ne ji sedî 50 ez ji sedî 100 Kurd im.
Hêmin Ebdullah: Tu niha fêrî Kurdî dibî û dikarî bi Kurdî jî biaxivî, ji ber ku me berê jî bi Kurdî bi hev re axivî bû. Her wiha Kurdî zimanek e ku tu li dibistanê li Danîmarkayê fêr nebûyî. Zehmetî û xweşiya herî mezin a fêrbûna zimanê bav û kalên te, wekî keseke gihîştî çi bû?
Luna Erşahîn: Bi dîtina min ya herî balkêş ev e ku min di temamiya jiyana xwe de guhdariya muzîka Kurdî kiriye. Ez gihîştim wê astê ku Kurdî bi awayekî profesyonel bi kar bînim. Min fêm kir ku her çi qasî ez qet nikarim bi fermî bi vî zimanî biaxivim û hîn jî fêr dibim lê min bi awayekî dizanibû çawa bi Kurdî stranan bibêjim. Di xwîna min de bû, tu dizanî?
Hêmin Ebdullah: Di nav xwîna te de Kurdî heye?
Luna Erşahîn: Belê, tam wisa ye. Ji ber vê yekê gelekî hêsan û xweş bû û ez pir bextewar kirim. Ez fêrî Danîmarkayî jî bûme û fêrbûna van hemû tiştan ji bo min gelekî watedar bû.
Hêmin Ebdullah: Derketina te ya bi lez bi rêya gotina strana kevn 'Ez Kevok im' bû. Min li ser înternetê dît ku pir belav bûye. Hemû kes lê dixin û bi hev re parve dikin. Gelo çima bi taybetî vê stranê bandoreke ew qasî kûr li ser bînerên Kurd li cîhanê kir? Çima ew qasî ji wê hez dikin?
Luna Erşahîn: Bi dîtina min ji ber wê ye ku ez li kampeke muzîkê li Şîliyê bûm û dema Kurdan ew vîdeo dît, gotin 'Waş'. Mirov li Şîliyê bi Kurdî stranan dibêjin! Ev çawa çêbû? Bi dîtina min wan wisa hizir kir ku ev yek bandorker û balkêş e ku li wê serê cîhanê, li Şîliyê, mirov bi muzîka Kurdî stranan dibêjin. Dûv re jî bi dîtina min strana 'Kevok im' pir xweş e.
Hêmin Ebdullah: Ji min re hinekî behsa AySayê bike.
Luna Erşahîn: AySay qada lîstika min e... qada lîstika min a muzîkê ye. Bi hev re li gel du hevalên Danîmarkayî, beriya 10 salan min dest bi vê komê kir. Ev di bingeh de komek e ku em tê de hewl didin paşxaneya min bi hev re girêdin. Ji ber vê ez bi Kurdî, Danîmarkayî û Tirkî stranan dibêjim. Ez li tembûrê dixim, her wiha def, bas û gîtara me jî heye. Em li seranserê cîhanê bi vê komê re muzîkê lê dixin. Ew niha wekî malbata min in.
Hêmin Ebdullah: Strana 'Ez Kevok im' (em bibêjin versiyona AySayê) ne wisa ye? Têkeliyek e ji teksta Danîmarkayî bi Kurdî re. Pêvajoya dahênerî ya li pişt têkelkirina van her du zimanên xweşik çi bû? Mebesta min zimanên Danîmarkayî û Kurdî di nav yek stran û çîrokekê de...
Luna Erşahîn: Min xwest wê strana pir kevn bi tiştekî re girêbidim ku ez pê mezin bûme. Bi vî awayî min hewl da tiştekî ku li min biçe çêbikim. Paşê bi awazên hevalên koma me re min hewl da dengekî nû çêbikim, da ku bibe tiştekî wekî muzîka me. Loma ez wisa difikirim ku ew têkelî ne wekî tiştekî ye ku ez tenê bikim ji ber ku divê were kirin! Belkî ew ez im! Ew awayê ku ez pê mezin bûme.
Hêmin Ebdullah: Hevkariya te bi Tobias Rahim re jî heye. Tobias Rahim di nav diyasporaya Kurdistanê de bi taybetî tê naskirin. Ev yek ji bo te wateya çi bû? Mebesta min gotina stranekê, rasterast li ser dikê, li gel wê hemû qerebalixê û Tobias Rahim jî li cem te.
Luna Erşahîn: Gelekî xweş bû! Her tim gelekî xweş e. Ez pir rêz li Tobias digirim û paşxaneya me eynî ye. Dayîka wî jî Danîmarkayî ye û bavê wî Kurd e. Vîdeoyek li ser YouTubê heye ku hemû xelk telefonên xwe derdixin û hemû çira vêdikevin. Tu dikarî li paşxaneyê bibînî ku ez tenê digirîm. Ji ber ku pir bandorker bû! Di wê gavê de min dît ku ew qas Danîmarkayî li wir in. Wekî ku bibêjin: Silav em we dibînin!
Hêmin Ebdullah: Luna tu heft zimanan bi herikbarî dizanî... Heft ziman û bi Kurdî re dibe heşt. Ne wisa ye? Belê heşt. Guhertina di navbera ew qasî zimanan de çawa bandorê li awayê nivîsandina te ya tekstan û vegotina hestên te dike? Ji ber ku ev ziman pir in! Tu dizanî, ez jî çend zimanan dizanim û her tim ji min re hêsan nîne ku ez di navbera zimanan de biçim û bêm. Ji ber ku ne tenê guhertina peyvan e, guhertina çandê jî heye. Awayê vegotina xwe ye. Ne wisa ye? Tu çawa vê yekê di muzîka xwe de werdigerînî?
Luna Erşahîn: Bi dîtina min ev yek e ku hunerê ew qasî balkêş dike. Ku tu bi awayekî cuda hestên xwe tînî zimên, hinek hest di zimanekî de hêsantir tên vegotin ji zimanekî din. Ez gelek tiştan dikim. Carinan ji min re pir zehmet e ku ez ji zimanekî derbasî zimanekî din bibim. Lê di muzîka xwe de ez bi rastî ji bikaranîna wê kêfxweş dibim. Ez dizanim çawa helbestan li Amerîkaya Başûr diafirînin, çawa bi Spanî hezkirinê tînin zimên, çawa bi Swêdî hezkirinê tînin zimên. Ev ji bo min pir û pir balkêş e ku wekî hunermendekê bi kar bînim. Her ku tu zêdetir fêrî zimanekî dibî, wekî ku tu dibêjî, tu fêrî çandekê jî dibî. Tu fêrî beşeke nû ya xwe dibî, wekî mirovekê. Têdigihîjî! Dikarim wisa jî deng vedim yan dikarim wisa jî hîs bikim. Ev e ya ku ez bi rastî jê hez dikim.
Hêmin Ebdullah: Em dizanin ku muzîk û hunera te wekî zewaceke matmayî ya di navbera çandên nûjen û şêwazan de tê pesinandin. Tu hevsengiya di navbera van çandan de çawa diparêzî? Tu dizanî mebesta min di navbera berhemanîna popê de bi muzîka kevn a Kurdî û Anatolyayê re! Bi dîtina min ev ne hêsan e. Ne wisa ye?
Luna Erşahîn: Guman tê de nîne ku huner û muzîk qet ne hêsan in. Ji ber ku bijardeyên te zêde ne û pêwîstiya wê bi tekezkirineke zêde heye lê ji bo min ev tenê ew ziman in ku ez pê mezin bûme. Loma ew strana ku ez dibêjim vegotinek e ku ji dilê min tê. Ev awayê ku ez bi cureyekê tenê bi hewldan, ceribandin û çêkirina xeletiyan dubare û dubare dikim. Ez dizanim ku hinek kes zêdetir ji viya yan ji wêya hez dikin lê ez bala xwe didim ser wê ya ku ji dilê min dertê.
Hêmin Ebdullah: Rawestgeheke pir taybet jî di jiyana te ya hunerî de heye. Tu ji bo saziya hunerî ya Danîmarkayê hatiyî hilbijartin. Ez nizanim ez baş tînim zimên? Den Unge Kunstneriske Elite. Ne wisa ye?
Luna Erşahîn: Gelekî baş e! Gelekî baş e! Belê.
Hêmin Ebdullah: Baş e, spas. Wê yekê çawa bandor li te û dîtina te kir. Her wiha awayê te yê xebatê? Em bibêjin bi AySayê re?
Luna Erşahîn: Wê yekê gelek alîkariya min kir ku ez karibim bixwînim û wext ji bo nivîsandina muzîkê veqetînim. Her wiha ji bo ku ez ji rêça kariyera xwe fêm bikim. Bi wê yekê ku ez di wê rêçê de çi dixwazim. Her wiha ez çawa dikarim bigihîjim wê? Ez çawa dikarim çêtir bibim di çêkirina wê jiyanê de ji bo xwe. Bi dîtina min ew bi rastî alîkar bû. Bi rastî ew alîkar bû, ji ber ku ew alîkarî derfetê didin te ji bo cîbicîkirina wan xewnên ku te hene.
Hêmin Ebdullah: Ew rast e... Gelo ti planên te hene ku tu Kurdistanê ziyaret bikî? Mebesta min Başûrê Kurdistanê yan Herêma Kurdistanê da ku tu li wir berheman pêşkêş bikî. Yanî konserên te hebin. Ji ber ku hezkiriyên te gelek in.
Luna Erşahîn: Bê guman... Ew xewneke mezin e. Ez pir hez dikim herim Hewlêr û Silêmaniyê. Ez pir hez dikim Newrozê jî bibînim. Hêvîdar im rojekê ji rojan herim. Bi dîtina min di demeke nêzîk de.
Hêmin Ebdullah: Tu dizanî ez bi kelecan im bizanim berteka şopînerên te, bîneran, bînerên Kurd, bi taybetî ciwanên diyasporayê, ciwanên Kurd li ser te çi ye. Tu çi ji wan distînî?
Luna Erşahîn: Bertek gelekî têkel in. Ji bo hinek kesan ez ku wisa diyar im, wisa stranan dibêjim û wisa muzîkê çêdikim... yanî ya ku ez dikim, wisa dixuye ku ji bo hinek kesan ew ne rast e. Ji bo kesên din jî ew vegotinek e ku azad e û îlhamê dide wan. Bi dîtina min piraniya wan ji bo min bi kelecan in. Tu dizanî ew wisa difikirin û dibêjin: Bisekine, ev jina Danîmarkayî û Kurd li Danîmarkayê stranan dibêje. Hewl dide zêdetir nêzîkî çanda me bibe û ji nêrîna xwe ve parve bike. Ew ji bo min tenê tiştek e ku ez dikarim bikim. Ez dikarim tenê bibim ez û Kurd bim. Bi wî awayî ku ez heme. Bi awayekî ku resen û bi azadî xwe bînim zimên. Belê. Loma ez bi rastî kêfxweş dibim ji wê. Ez bi rastî ji vêya hez dikim.
Hêmin Ebdullah: Tu karekî gelekî baş û cuda dikî û çanda Kurdî bi pêş dixî. Em bi te serbilind in Luna. Gelekî spas.
Luna Erşahîn: Spas. Spas. Roj baş, spas.


