Hewlêr (Rûdaw) - Derhêner Helkewt Mistefa du rojan beriya nîşandana fermî ya xalîçeya sor fragmana nû ya Fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî” weşand.
Fragmana nû dema ku li Herêma Kurdistanê ji bo nîşandanên taybet amadehî dihatin kirin weşiya.
Fîlmê piştî nîşandana li Festîvala Venedîkê ya 83yemîn bala gelek temaşevanan kişand û ji aliyê Wezareta Çandê ya Îraqê ve ji bo beşa Fîlmê Herî Baş a Navneteweyî ya Xelatên Oscarê yên 2027an wekî namzeda fermî ya Îraqê hat hilbijartin.
Di fragmana nû ya fîlmê ku li Mûsilê hatiye kişandin de hinek dîmenên bibandor jî hene.
Fîlm bi rêya bûyerên rast xwe dispêre serpêhatiyên şerê li dijî DAIŞê û bi vî rengî rola Pêşmergeyên jin ronî dike.
Di nava DAIŞê de jineke Pêşmerge
Fîlmê “Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî” qala çîroka jineke Pêşmerge ya nîşangir dike.
Lîstikvana Kurd Avan Cemal di fîlmê de bi karaktera “Viyan” a Pêşmerge dilîze ku hewl dide xwişka xwe di nava wêraniyên Mûsilê de bibîne û rizgar bike.
Ew jina Pêşmerge ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya biçûk bi dizî dikeve nava bajarê Mûsilê ku di bin kontrola DAIŞê de ye.
Ev berhem li dijî wê baweriya tarî ya DAIŞê disekine ku digotin "Kê bi destê jinekê bê kuştin naçe bihuştê."
Fîlm wêrekiya wê jina Pêşmerge nîşan dide ku red dike di nava wê tariyê de serê xwe bitewîne û ev yek berxwedaneke civakî nîşan dide.
Helkewt Mistefa ji bo nivîsandina vê berhemê bi wan jinên Pêşmerge re axivîye ku berê li dijî DAIŞê şer kiriye.
Tê plankirin ku şemiyê li Hewlêrê merasîma xalîçeya sor bi beşdariya derhêner, ekîba fîlm û gelek hunermend û kesên navdar were lidarxistin.
Tê çaverêkirin ku fîlm ji 22yê Îlonê ve li sînemayên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê were nîşandan.
Di fîlmê de çendîn lîstikvanên navneteweyî û Norwêcî hene, di nav wan de lîstikvanê Norwêcî Torbjorn Harr cih digire.


