Hewlêr (Rûdaw) - Filmê nû yê derhênerê Kurd Helkewt Mistefa yê bi navê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê", di nav malper û kovarên sînemayê yên herî mezin ên cîhanê de dengvedaneke mezin çêkiriye.
Kovara navdar "Variety" vê berhemê wekî "sirûdeke niştimanî ya ji bo Pêşmergeyan" bi nav dike.
Komelgeha Sînemadostên Navneteweyî jî radigihîne ku fîlm waneyek e û divê Hollywood jê fêr bibe.
Fîlm qala çîroka jineke Pêşmerge ya sekvan dike ku di nav kavilên Mûsilê de li pey çekdarên DAIŞê dikeve.
Piştî ku fîlm li Festîvala Filmên a Navneteweyî ya Venedîkê hat nîşandan û wekî nûnera fermî ya Îraqê ji bo Xelatên Oscarê hat destnîşankirin, bûye cihê bala çar çavkaniyên herî mezin ên rexneya sînemayê li cîhanê.
Ev çavkanî bi çavekî matmayî û nirxandineke kûr li vê şahesara Kurdî dinêrin.
Naverok û çîroka fîlm
Fîlm berhema Helkewt Mistefa ye ku bi belgefilma "Veşartina Sedam Husên" a sala 2023yan navûdengê cîhanî bi dest xistibû.
Di vê berhema xwe ya nû de bi şêwazeke hestyar û rûbirûbûna Pêşmergeyan û çekdarên DAIŞê nîşan dide. Bi taybetî jî balê dikişîne ser rola jinên Pêşmerge.
Destpêka fîlm: Fîlm sala 2016an li nêzîkî Mûsilê bi dîmeneke dirêj a sînemayî dest pê dike. Dîmen di nav qelşa dîwarekî re derbas dibe û li pey keçeke çekdar di nav kolanên wêrankirî de diçe, heta ku digihîje dêreke kavilbûyî û li wir keçeke dîl rizgar dike.
Karaktera sereke (Viyan): Rola wê ji aliyê Avan Cemalê ve tê lîstin. Viyan keçeke Pêşmerge ye û li pey Hêlîna xwişka xwe ya biçûk digere. Tê gotin ku xwişka wê di destê çekdarekî DAIŞê yê bi navê "Sekvanê Swêdî" de ye.
Paşxaneya karesatê (Vegera li 2014an): Malbata Viyanê ku ji Norwêcê serdana Îraqê kiribû, di dema êrişên DAIŞê de asê mabû. Dê û bavê wê tên kuştin û ew û xwişka xwe dîl tên girtin. Viyan paşê direve û tevlî yekeyeke jinan a Pêşmergeyan dibe ku di bin fermandariya efsereka bi navê Kenar Serçil de ye. Viyan li vir dibe sekvaneke gelekî jêhatî.
Vegera ji Norwêcê ji bo eniyên şer: Paşê Viyan vedigere Norwêcê û li wir efserekî ewlehiyê wê agahdar dike ku DAIŞê ji bo kuştina wê milyonek dolar wekî xelat daniye. Her çend Norwêc parastin û nasnameyeke nû dide wê jî, Viyan vedigere eniyên şer ên li Mûsilê. Ew bi alîkariya generalekî Kurd ê bi navê Qadir Celal li xwişka xwe digere.
Di nêrîna Screen Daily de xalên bihêz ên fîlm
Dîmenên şer û xebata kamerayê: Screen Daily pesnê dîmenên şer daye, bi taybetî bikaranîna serbanên avahiyên kavilbûyî û dîmenên çavdêriyê yên bi rêya dûrbîna çeka sekvaniyê. Her wiha spasiya wênegirê fîlm John Erling Fredriksen û dîzaynerê berhemê Mikael Varhelyi hatiye kirin ku seqaya toz û dûman û wêraniyên Mûsilê wekî rastiyê nîşan dane.
Rola Avan Cemalê: Kovar destnîşan dike ku Avan Cemal bi rûyekî sade, kêm-axaftin û karîzmaya xwe, karîbûye kûrahiya birîn û wê êşa derûnî nîşan bide ku di dojeha DAIŞê de kişandiye.
Muzîka fîlm: Screen Daily pesnê bikaranîna amûrên rojhilatî yên wekî ûd û dudûkê dide, li gel dengê xemgîn ê stranbêjeke jin ê ji aliyê Trond Birknes ve. Vê yekê bandor û hesteke kûr daye fîlm.
Gihandina peyamê: Kovar dipejirîne ku fîlm gelekî bi zelalî peyama dirindeyiya DAIŞê û qehremaniya jinên Pêşmerge digihîne bînerên cîhanê.
Screen Daily çi ye?
Screen Daily yek ji kovar û malperên nûçeyan ên sînemayê yên herî diyar, kevn û pêbawer e li cîhanê.
Sala 1975an li Londonê hatiye damezirandin. Malper nûçeyên sînemayê, analîzên box officeyê, rûmala festîvalên mezin ên cîhanê (wekî Cannes, Venedîk, Berlîn û Toronto) û nirxandin û rexneyên sînemayî yên ji aliyê rexnegirên mezin ên cîhanê ve diweşîne.
Rexne û têbîniyên qels
Nezelaliya derketina qehremanê: Rexnegirê Screen Daily dibêje, fîlmê dîmenên perwerde û rahênanê paşguh kirine. Fîlm tenê bi wê yekê qanî bûye ku êşkişandin û karesat, bi serê xwe keçeke asayî ya li Norwêcê bike şervaneke serhişk a wekî superman, bêyî ku qonaxa fêrbûna nîşangiriyê bê nîşandan.
Şêwazê aksiyon û qehremaniya biriqandî: Rexne hatiye girtin ku di hinek dîmenan de gelekî balê kişandine ser bedewî û rûyê Avan Cemalê û rawestana wê ya bi çekê ve. Ev yek zêdetir dişibe fîlmên aksiyonê yên biriqandî yên Hollywoodê û wê ji talî û dijwariya rewşa rast a şer dûr dixe.
Aloziya vegotin û diyalogan: Di beşa yekem de tevgera zêde ya di navbera Kurdistan û Norwêcê de û vegera li paşerojê, hinekî serê bîneran tevlîhev dike. Her wiha hinek guftûgo (bi taybetî di binnivîsa Îngilîzî de) di fîlmên şer de gelekî dubare ne û belavbûyî ne (wekî mînak: "Dîn mebe, tu ti carî rizgar nabî!").
Encam: Li gorî Screen Daily, fîlm ji ber dîmenên xwe yên tijî coş û şer, bi hêsanî cihê xwe di festîvalên cîhanî de digire. Namzedbûna ji bo Oscarê ya li ser navê Îraqê jî dengvedaneke zêdetir dide wê. Lê belê dibe ku ji ber zelalî û berbiçavbûna peyama xwe, kêmtir bala rexnegirên tund û taybet ên sînemaya hunerî bikişîne.
Kovara Variety: Sirûdek e ji bo Pêşmerge
Di şiroveyeke din de, kovara navdar a Amerîkayî Variety dibêje, fîlm "sirûdeke niştimanî ye ji bo şerê Pêşmergeyên Kurdistanê yê li dijî DAIŞê" û pesnê asta bilind a teknîkî û sînematografiya berhemê dide.
Kovara Variety çi ye? Sala 1905an li Amerîkayê hatiye damezirandin. Ev kovar bi The Hollywood Reporter re wekî du stûnên sereke û jêdera herî bibandor a nûçe, pîşesazî û rexneya sînemayê li cîhanê tên dîtin. Gotar û nirxandinên Varietyê bandoreke diyarker li ser naskirina filmên di box office û xelatên Oscarê de heye.
Kovara Variety dibêje: "Fîlm li gorî American Sniper a Hollywoodê hûrtir, rasttir û kûrtir şêwaza karkirina nîşangir û wê sebirê nîşan dide."
Xalên herî girîng ên nirxandina Varietyê:
Qehremaneke aksiyonê di qalibê jineke Pêşmerge de: Fîlmê têgeha "qehremanê tenê" ya asayî ku di fîlmên aksiyonê de xwedî hêzeke sermirovî ye berovajî kiriye. Vê carê ev rol daye jineke pêşmerge ya nîşangir. Avan Cemal rola keçeke Kurd a li Norwêcê dilîze ku piştî qirkirina malbata wê ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de, dibe Pêşmerge û zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê dikuje.
Bînerê rojavayî li hemberî bînerê Kurd: Dibe ku bînerê rojavayî di nirxandina fîlm de dudil be. Lê belê fîlm ji aliyê bînerên Rojhilata Navîn û diyasporaya Kurdan ve dê bi germî were pêşwazîkirin. Ev jî sedem e ku şirketa mezin a navneteweyî (Sony / Empire) yekser mafê belavkirina fîlm li herêmê kiriye.
Ji American Sniper hûrtir û rasttir e: Beşa duyem a fîlm ku tê de Viyan di nav wêraniyên Mûsilê de bi bêdengî xişê dike û sekvanên DAIŞê nêçîr dike, wêneyekî gelekî hûrtir, rasttir û kûrtir li ser şêwaza karkirina nîşangir û wê "sebirê" pêşkêş dike eger mirov bide ber wê film ku Clint Eastwood pêşkêş kiribû.
Rengdana çanda Kurdî û vîzyona derhêner: Fîlmê îlham ji projeyeke berê ya Helkewt Mistefa ya di sala 2015an de bi navê "Ew Jinên ku DAIŞ Ji Wan Ditirse" girtiye. Derhêner film xwe pêşkêşî keçên xwe kiriye. Helkewt Mistefa bi serbilindî çand û kevneşopiya Kurdan di nav fîlm de honaye, wekî şêwaza çeka sekvan û ew awaz û stranên folklorî ku li eniyên şer tên gotin.
Bedewiya dîtbarî û dojeha Mûsilê: Xebata wênesaziya zîrek a sînemaemkarê Norwêcî John Erling Fredriksen, bikaranîna cih û kavilên rasteqîn ên bajarê Mûsilê û dîzayna deng a fîlm (Mattias Eklund û Jan Kaskawou) rola sereke dileyîzin di rawestandina bêhna bîner û kelandina hestan de.
Komeleya Sînemadostan a Navneteweyî (ICS): Tolhildaneke bêhempa
Komeleya Sînemadostan a Navneteweyî (ICS) fîlm wekî "tolhildanake hestyar û bêhempa" bi nav dike û radigihîne ku derhêneriya dilgiranî û tirsê di vê berhemê de bi rengekî wisa ye ku divê "Hollywood jê fêr bibe."
Komeleya Sînemadostan a Navneteweyî (ICS) çi ye? Rêxistineke pîşeyî ya navneteweyî ye ku sala 2003yan hatiye damezirandin. Ew ji 120 heta 150 rexnegirên sînemayê yên payebilind, nivîskar û berpirsên festîvalên navneteweyî pêk tê. Ev komele girîngiyeke taybet dide sînemaya hunerî û salane Xelata xwe ya Taybet (ICS Awards) dibexşe.
Xalên herî girîng ên nirxandina ICSyê:
Rengdana dîrokê, ji Nadiye Muradê heta Joanna Palaniyê: Fîlm birînên derûnî û laşî yên kûr ên serdema dagirkeriya DAIŞê bi taybetî li ser jinên Êzidî û koletiya seksî nîşan dide. Helkewt Mistefa îlhama xwe ji çîroka Nadiye Muradê û serpêhatiya Joanna Palaniyê (wê keça Kurd a Danîmarkayê ku wekî sekvan li dijî DAIŞê şer kiribû) girtiye.
Derhêneriyeke tijî aksiyon, "Hollywood, temaşe bike û fêr bibe!": Fîlm ji çirkeya yekem ve li bakurê Mûsilê bi dîmeneke berdewam a kamerayê (Tracking shot) di nav dêreke wêranbûyî de dest pê dike û ji ber aloziyê û tehrîkbûna hestan bîneran dixe ser keviya kursiya wan.
Biryareke zîrek di nîşandana tundiyê de: Komele pesnê derhêner dide ku neketiye nava xefika nîşandana rasterast a dîmenên nemirovî yên destdirêjiya seksî an komkujiyên qirêj ên DAIŞê. Belê, wî bi şêwazeke hunerî ew tundî li pişt kamerayê hiştiye da ku peyam cergbirtir û bibandortir be.
Avan Cemal, fîlm xistiye ser milên xwe: Ji ber ku karaktera Viyanê kêmaxêv e, Avan Cemal bi rêya zimanê laş û çavên xwe ku li dûr dinêrin, kûrahiya birîn û wê êşa mezin a nava xwe digihîne.
Berovajîkirina sînemaya asayî û rêzgirtina ji jinên Pêşmerge re: Fîlm karîbûye jinekê bike qehremaneke ku di celebê fîlmên tolehildanê de qet naqede. Ev jî dibe rêzgirtina herî mezin ji bo wêrekiya keçên Pêşmerge û hemû wan jinên ku di wê dojehê de xweragir bûn.
Malpera 'Next Best Picture': Drameyek bihêz e
Malpera navdar a Amerîkî "Next Best Picture" fîlm wekî "drameyeke tolhildanê ya şer a gelekî bihêz û tijî alozî" bi nav dike.
Ev malper dibêje, "Lîstikvaniya bêhempa ya Avan Cemalê û derhêneriya hûr a Helkewt Mistefa, bîner heta çirkeya dawî bi şaşeyê ve girê didin."
Malpera Next Best Picture çi ye?: Yek ji malper û podcastên sînemayî yên diyar ên Amerîkayê ye ku sala 2016an hatiye damezirandin. Ji aliyê Rotten Tomatoes û Metacriticê ve tê qebûlkirin. Wekî çavkaniyeke sereke ji bo pêşbînîkirina xelatên Oscarê tê dîtin.
Next Best Picture dibêje, "Ev fîlm we dilivîne û we wisa lê dike ku hûn li cihê xwe veceniqin. Bi dîtina amadebûna bêtirs û tijî hêz a Avan Cemalê, fîlm bi temamî hêjayî dîtinê ye."
Xalên herî girîng ên nirxandina Next Best Picture:
Evîna xwişkê sînoran nas nake: Bingeha sereke ya çîrokê hesteke kûr a malbatî ye. Wekî ku di vê drameya hestyar a şer a Helkewt Mistefa de diyar dibe, ti tişt di şiyana jinekê de nîne ku jê kêm bike daku xwişka xwe rizgar bike.
Derhêneriyeke ku bêhna bîner radiwestîne: Destpêka fîlm bi zûmeke hêdî bo nav bakurê Mûsilê dest pê dike. Kamera bi rengekî wisa li pey gavên Viyanê diçe ku destên bîneran ji ber dilgiraniyê û çaverêkirina çêbûna metirsiyê di her kêliyê de, xwê didin.
Bêdengkirina hestan ji bo mayîna li jiyanê: Karaktera Viyanê neçar maye hest û sîzên xwe bigire û di nava xwe de wan bêdeng bike. Dema pêkanîna çekdarên DAIŞê, nefesa xwe hêdî dike û bi sebreke temam pêl pêtika çeka xwe dike.
Serhildana li eniyên pêş ên Mûsilê: Li eniya Mûsilê, Viyan yekane jin e di nav leşkeran de. Lê berevajî leşkerên mêr ku hemûyan kumên parastinê danîne serê xwe, Viyan kum nade serê xwe û por û rûyê xwe venaşêre. Ev jî berxwedaneke temam e li hemberî wan çekdarên ku tenê ji ber dîtina rû û porê jinekê amade ne wê bikujin.
Lîstikvaniya matmayîker a Avan Cemalê: Nûnertiyek e ku barekî giran dixe ser derûniya bîner, bi taybetî dema vegera li paşeroja tije êş. Lê di heman demê de hêviyê jî dide te ku rojên baştir li pêş in. Her çendî dawiya fîlmş encameke şokker hebe jî, ew nîşan dide ku çawa pêwendiya malbatî di nav dilekî wêran de jî bedewiya xwe diparêze.



