Hewlêr (Rûdaw) - Markaya luks a cîhanê Louis Vuitton vê carê "derziya luksê" li çanda Kurdan xist. Markaya navdar a Fransayê Louis Vuitton, cilê Kurdan ê bi navê "Kepeng” ango Ferencî bêyî destûr û bêyî navê Kurdan di koleksiyona xwe ya dawî de diyar bike bi kar anî û ev yek bû sedema bertekan. Rayedarên Herêma Kurdistanê xwest ku li dijî vê marqeyê tedbîrên yasayî werin girtin. Birêvebirê Giştî yê Çandê yê Germiyanê Adil Husên Qadir ji Rûdawê re eşkere kir ku markaya navdar Louis Vuitton sêwirana “Kepeng”ê Kurdan bêyî destûr bi kar aniye. Qadir diyar kir ku ev yek binpêkirina çanda Kurdî ye û wiha got: "Ji bo parastina mîrata Germiyan û Kurdistanê divê em li dijî vê kompanyayê doz vekin, ji ber ku wan ev cilê me yê resen bêyî nav û dîroka wê bi kar aniye." "Sembola navçeya Rizgariyê ye ku rastî Enfalê hatibû" Qadir da zanîn ku Kepeng ji bo Kurdan ne cilekî ji rêzê ye û wiha lê zêde kir: "Kepeng cilekî dîrokî û resen ê Germiyanê ye ku bav û kalên me beriya bi sedan salan li xwe dikirin. Di heman demê de, ew nasname û sembola navçeya Rizgarî ye ku di Enfalê de qurbaniyên mezin dane. Di sala 2002an de, peykersaz Beyan Manî peykera Ferencî çêkir û li Rizgariyê danî, ji wê rojê ve ev peyker bûye sembola herêmê." Qadir diyar kir ku wan nameyeke fermî ji Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê re şandiye û daxwaz kiriye ku li dijî vê kompanyayê doz were vekirin. Ji bilî Germiyanê, saziyên Helebceyê û gelek komele jî çûn wezaretê û heman daxwaz kiriye. Qadir ji Rûdawê re wiha got, "Em îro bi wezaretê re axivîn, nameya me gihştiye wan û ew niha li ser vê yekê dixebitin." Birêvebirê Çandê bang kir ku ji bo parastina çanda Kurdî û ji bo rêgirtina li ber dizîna cilên Kurdan, divê li seranserê cîhanê tedbîrên hiqûqî werin girtin. Ferencî çi ye? Ferencî cilekî Kurdî yê kevneşopî ye ku ji hiriyê tê çêkirin. Ev cil heta navtengê tê, her du milên wê ber bi derve û ber bi jor ve tûj û dîk dibin. Mirov vî cilî ne bi awayekî rojane lê bêhtir di rojên taybet de ji bo rindî û estetîkê li xwe dikin.