Hewlêr (Rûdaw) - Fîlmê nû yê derhênerê navdar ê Kurd Helkewt Mistefa ê bi navê “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” dê li Herêma Kurdistanê jî bê nîşandan.
Fîlm qala çîroka jineke Pêşmerge ya segvan dike ku ew ji bo rizgarkirina xwişka xwe diçe nava DAIŞê.
Fîlm dê vê mehê li Herêma Kurdistanê jî bê nîşandan.
Fîlmê “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” berhema herî nû ya Helkewt Mistefa ye.
Fîlm dê cara pêşîn 7ê Îlona 2026an li Festîvala 83yemîn a Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê were nîşandan.
Festîval li Îtalyayê tê lidarxistin û dê xalîçeya sor ji bo fîlmê bê raxistin.
Nîşandana li Herêma Kurdistanê
Derhêner Helkewt Mistefa ragihand ku piştî nîşandana navneteweyî, dê fîlm bigihîje bînerên Kurd.
Wî da zanîn ku fîlm dê 22yê Îlona 2026an li hemû sînemayên Herêma Kurdistanê bê nîşandan.
Senarîst û derhênerê fîlmê Helkewt Mistefa da zanîn ku ew gelekî dilxweş e ku dê bînerên Kurd beriya hemû cîhanê berhema wî ya nû bibînin û got:
"Armanca min ew e ku ez bala cîhanê bikişînim ser lehengiya jinên Kurd ên ku bi sedan sal in têdikoşin."
Ji segvaniyê heta nava DAIŞê
Ev berhem wekî rûdaneke mezin a dîroka sînemaya Kurdî tê dîtin.
Fîlm qala jineke Pêşmerge ya segvan dike ku ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya biçûk bi dizî derbasî nav rêxistina DAIŞê dibe.
Fîlm wêneyekî helbestî yê wê jina Pêşmerge nîşan dide ku red dike li hemberî tarîtiyê serê xwe bitewîne.
Derhêner ji bo nivîsandina vê çîrokê bi gelek jinên Pêşmerge re hevdîtin kir ku wan li dijî DAIŞê şer kiribû.
Ev fîlm bi hevkariya şirketa Norwecî Hene Film, La Media ya li Herêma Kurdistanê û şirketa Swêdî Chimney Potê hatiye çêkirin.
Fîlmên berê yên derhêner
Helkewt Mistefa berê jî bi fîlmê xwe yê bi navê "El Clasico" nav û dengekî navneteweyî bi dest xistibû.
Ew fîlm li 56 welatan hatibû nîşandan.
Berhema wî ya dawî jî belgefîlmê bi navê "Veşartina Sedam Husên" bû.
Ew berhem di dîroka sînemaya cîhana Ereban de wekî belgefîlmê herî zêde hatiye temaşekirin hat qeydkirin.
Niha navendên sînemayê li benda nîşandana fîlmê “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” ne.
Festîvala Venedîkê dê ji 2 heta 12ê Îlonê li Îtalyayê bê lidarxistin.
Tê pêşbînîkirin ku ev festîval bibe deriyek da ku fîlm ji rexnegirên cîhanê re were nasandin.


