Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma "Jiyan Piştî Azadiyê" ya derhênerê Kurd Şemal Husên Elî ji bo pêşbirka Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ehmedabadê (AIFF) hatiye hilbijartin ku yek ji çalakiyên sînemayê yên bi prestîj ên Hindistanê ye.
Belgefîlm 22 xulek e û berê li Amerîkayê hatiye nîşandan û niha ber bi wergirtina xelateke din a navneteweyî ve diçe.
Mijara belgefîlmê têkoşîna ciwanên Kurd ên Êzidî ye ku dê piştî rizgarbûna ji destê DAIŞê jiyana xwe çawa didomînin û çawa li hemberî astengan li ber xwe didin.
Çîroka "jinûvedestpêkirinê" ya piştî DAIŞê
Şemal Husên Elî li ser naveroka belgefîlmê agahî dan û diyar kir ku temaşevan dê ne tenê bi çîrokeke zindîmayînê re rû bi rû bimînin, ew dê di heman demê de pêvajoyeke jinûveavakirinê jî keşif bikin û lê zêde kir:
"Fîlm çîroka ciwanên Êzidî yên ku ji lepên DAIŞê rizgar bûne vedibêje û nîşan dide ku wan çawa bi rêya zewac û avakirina malbatekê paşeroja xwe ji nû ve zindî kiriye û çawa ew astengên mezin derbas kirine ku bi wan re rû bi rû mane."
Xelatdayîn 2yê Çiriya Pêşîn e
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ehmedabadê dê îsal deriyên xwe 30ê Îlonê veke.
Serketiyên festîvala sê rojî dê 2yê Çiriya Pêşîn a 2026an di merasîmeke xelatdayînê ya taybet de werin ragihandin.
Belgefîlma "Jiyan Piştî Azadiyê” wekî yekê ji namzedên herî bihêz ên festîvalê tê dîtin.



