Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji navçeya Bokanê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Şêrko Mam Axa, di Pêşbirka Wênegiriyê ya Navneteweyî (IPA) de çar xelat bi dest xistin ku yek ji wan madalyaya bronz e.
Ev wênegirê Kurd diyar kir ku di pêşbirkê de ji 139 welatan zêdetirî 14 hezar wêneyan beşdarî kiriye.
Birêvebirê Birêvebiriya Çandê ya Bokanê Reza Abbasî doh ragihand ku hunermendê ji Bokanê Şêrko Mam Axa di Pêşbirka Wênegiriyê ya Navneteweyî (IPAyê) de ku li Amerîkayê hat lidarxistin, di çar beşên cihê de hate xelatkirin.
Şêrko Mam Axa derbarê pêşbirkê ji Rûdawê re axivî.
Şêrko diyar kir ku ew bi 20 wêneyan beşdarî pêşbirkê bûye û bi giştî ji 139 welatan zêdetirî 14 hezar wênayn beşdarî pêşbirkê bûn.
Sê wêneyên wî gihîştin fînalê
Li gorî gotina wî hunermendê Kurd, şeş wêneyên wî gihîştine qonaxa fînalê û ji bo sê wêneyan jî xelata rêzlênanê (Honorable Mention) hatiye dayîn.
Wekî ku Şêrko Mam Axa dibêje, yek ji wêneyên wî yên taybet bi merasîma "Hezar Def" a gundê Palanganê yê parêzgeha Sineyê, di beşa "Bûyer, Kevneşopî û Çand" de bûye sêyemînê cîhanê û madalyaya bronz standiye.
Xelatên rêzlênanê yên din jî ji bo sê wêneyên wî yên di warên "Portreya Hunerî", "Gel û Zarok" û "Gel û Şêwaza Jiyanê" de hatine dayîn.
Xelata herî bilind a Kurdan
Şêrko Mam Ax her wiha diyar kir ku çend wênegirên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî pêşbirkê bûne û got:
"Lê belê min karî di nav beşdarên ji Kurdistanê de xelata herî bilind bi dest bixim."
Şêrko li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin û heta niha wêneyên wî di gelek pêşbirkên cîhanî, herêmî û navxweyî de hatine xelatkirin.
Xelatên din ên wênegirê Kurd
Hinek ji xelatên Şêrko Mam Agha ev in:
Sala 2025an madalyaya zêrîn ji Navenda Hunerî ya Sileyê ya li Tirkiyeyê wergirtiye.
Sala 2025an madalyaya zîvîn a Pêşbirka Navneteweyî ya WPEyê ya li Fransayê wergirtiye.
Sala 2024an madalyaya zîvîn a Pêşbirka Navneteweyî ya WPEyê ya li Fransayê wergirtiye.
Sala 2024an madalyaya bronz a Pêşbirka Navneteweyî ya li Tacikistanê wergirtiye.
Sala 2024an madalyaya bronz a Pêşbirka Navneteweyî ya UV Awardê wergirtiye.
Gelek xelatên rêzlênanê û madalyayên din.
Pêşbirka Wênegiriyê Navneteweyî (IPA) li seranserê cîhanê yek ji pêşbirkên herî navdar ên wênegiriyê ye.
Salane nirxandin ji bo berhemên wênegirên welatên cuda yên di beşên cihêreng de tê kirin.
Ji ber giringiya wê, xelatên vê pêşbirkê wekî "Oskara Wênegiriyê" tên naskirin.



