Hewlêr (Rûdaw) - Pêşandana fîlmê sînemayê yê bi navê “Mala Pîrê” (Mala Nene) li sînemayên Başûrê Kurdistanê didome.
Çêkerê fîlmê “Mala Pîrê” Bahoz Nesredîn ragihand ku di du rojan de zêdetirî 4 hezar kesan fîlm temaşe kiriye.
Bahoz Nesredîn îro Rûdawê re axivî û got:
"Doh fîlm li sînemayên Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Kerkûk û Kelarê zêdetirî 2 hezar û 300 kesî fîlm temaşe kir. Roja beriya wê jî nêzîkî 2 hezar temaşevanên fîlmê hebûn."
Pêşandan didome
Xeyn ji roja yekem û merasîma destpêkirina fîlmê ya di 26ê Tebaxê de li Silêmaniyê, ev du roj in pêşandana fîlmê sînemayê yê "Mala Pîrê" li sînemayên Başûrê Kurdistanê didome.
Îro jî pêşandana fîlmê ji demjimêr 13:30î yê nîvro heta 12ê şevê didome.
Fîlm rojane li Empire Cinemayê ya Hewlêrê, City Cinemayê ya Silêmaniyê, City Cinemayê ya Kerkûkê, Cinema Maxê ya Dihokê û Cinema Aranê ya Kelarê tê pêşandan û bilêt jî li heman cihan tên firotin.
Çêkerê fîlmê diyar kir ku mesrefê fîlmê 200 hezar dolar e.
Wî da zanîn ku ji aliyê derûnî ve tedbîrên pêwîst hatine wergirtin da ku fîlm ji bo zarokan jî guncaw be.
Yek ji xalên cuda yên vê fîlmê, liberçavgirtina aliyê derûnî yê temaşevanan e.
Çêkerê fîlmê destnîşan kir ku ji bo ewlehiya diyalog û tevgeran, tîma fîlmê pişta xwe bi şêwirmendekî derûnî ve girêdaye.
Senaryoya fîlmê ji aliyê Sawan Xalid ve hatiye nivîsandin û Şiwan Kerîm û derhêner Mihemed Mistefa ew di ber çavan re derbas kiriye.
Her wiha senaryo ji aliyê Pisporê Derûniyê Dr. Mihemed Xanî ve hatiye xwendin da ku piştrast bibin ti bandorên neyînî ya derûnî li ser zarok û malbatan nake.
Xalîçeya sor hat raxistin
Fîlmê "Mala Pîrê" ji derhêneriya Mihemed Mistefa ye û berhema 7emîn a Şirketa Metronome Productionê ye.
Tê payîn fîlm rojane li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Kerkûk û Kelarê were pêşandan.
Çarşema borî li City Cinemayê ya bajarê Silêmaniyê ji bo pêşandana ewil a fîlmê komedî û malbatî "Mala Pîrê" xalîçeya sor hat raxistin.
Lîstikvanên sereke û hemû kesên pişt kamerayê, ji derhêner û berhemhêner heta tîma makyaj û dekorê, di ser xalîçeya sor re meşiyan.



