Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û rojnamegerê Kurd Têmûrê Xelîl dîroka strana "Welatê me Kurdistan e" zelal kir.
Têmûrê Xelîl li ser hesabê xwe yê medyaya civakî qala çêkirin û pêvajoya belavbûna vê strana navdar "Welatê me Kurdistan e" kir.
Têmûrê Xelîl li ser wêneyekî ku sê kes tê de hene ev agahî dan:
"Di vî wêneyî de hûn van kesan dibînin. Ji çepê ve yê yekem Enwer Mayî ye ku gotinên stranê nivîsîne. Ya navîn dengbêja stranê Aslîka Qadir e.
Yê sêyem jî danerê muzîka stranê Fexrî Bamernî ye. Ango hemû rastiya afirandina vê stranê bi van her sê kesên navdar ve girêdayî ye."
"Gotina 'Kurdistan'ê jê derdixin"
Têmûrê Xelîl destnîşan kir ku heta niha li ser vê stranê gelek spekulasyon û gotegot hatine kirin.
Wî li ser van îdiayan wiha got:
"Yek radibe dibêje gotinên vê stranê yên min in. Yek dibêje min muzîka wê sêwirandiye. Yek jî radibe wê stranê wekî ya xwe distirê.
Heta di ser de jî li gorî siyaseta rêxistina xwe gotina 'Kurdistan'ê jê derdixe û li şûna wê gotina 'Gulistan'ê datîne."
Bû mîna sirûdeke neteweyî
Nivîskarê Kurd anî zimên ku gava ev stran li Radyoya Rewanê hat gotin, giyanekî nû ket ber û domand:
"Piştî ku dengbêja me ya navdar Aslîka Qadir bi awayekî fermî û profesyonel ev stran li Radyoya Rewanê got, ruh bi vê stranê hat. Êdî wekî sirûdeke neteweyî lê hat."
Guhertina gotinan
Tîmûrê Xelîl bal kişand ser cudahiya di navbera versiyona ewil û ya Radyoya Rewanê de jî.
Wî diyar kir ku di navbera versiyona yekem a stranê û ya Radyoya Rewanê de ferqa muzîkê tune lê ferqa gotinan heye û got:
"Wekî mînak, di ya Başûr de gotinên 'Kurd û Ereb bira ne' hene. Lê di ya Radyoya Rewanê de ew gotin bûne 'Hemû milet bira ne'. Her wiha çend guhertinên din jî bi destê xebatkarê Radyoya Rewanê Memê Eylaz bi awayekî serkeftî hatin kirin."
Qedexeya Sovyetê û cesareta Rodyoya Rewanê
Tîmûrê Xelîl ragihand ku li gorî qanûnên Sovyetê qedexe bû ku Kurdên Sovyetê, Kurdistanê wekî welatê xwe bihesibînin û ji ber ku welatê wan Sovyet bû.
Wî li ser wêrekiya weşandina vê stranê jî ev agahî dan:
"Lê berpirsê giştî yê Radyoya Rewanê Xelîlê Çaçan bi cesaret biryar da ku wê stranê bigihîne gelê xwe.
Wî ev kar spart redaktorê beşa muzîkê Tîtalê Efo da ku wê stranê bi awayekî profesyonel qeyd bikin û belav bikin. Wan jî ev yek kir!"



