Dusseldorf (Rûdaw) - Dîlar Xelefa ji Rojavayê Kurdistanê pirtûkeke bi zimanê Almanî çap kir.
Navê pirtûka wê “Vom Schmerz zur Stärke” ye ku ni Kurdî dibe “Ji Êşê Ber Bi Hêzê Ve”.
Dîlar Xelef di pirtûka xwe de qala tecrubeya koçberiyê û çawaniya destpêkirina jiyana xwe ya li Almanyayê dike.
Dîlar Xelef di emrekî biçûk de ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê neçar ma cih û warê xwe bi cih bihêle û sala 2015an berê xwe bide Almanyayê.
Dîlar Xelef li ser sedema nivîsandina pirtûka xwe ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî û got:
"Destpêkê min dixwest ev pirtûk bibe tecrubeyek ji bo keça min da ku dema mezin bibe bixwîne.
Piştî ku min dît gelek kes rastî zehmetiyan hatine û bêhêvî bûne, min biryar da ku binivîsim."
Dîlar Xelefê li ser naveroka pirtûka xwe anî ziman:
"Ev pirtûk ne tenê çîrokek e, tecrubeya jiyana min a di koçberiyê û avakirina jiyaneke nû de ye.
Nivîsandina wê ya bi zimanê Almanî ji ber wê yekê bû ku Alman fêm bikin bê koçberek di çi re derbas bûye.
Pirtûk balê dikişîne ser sebir, hêza navxweyî ya mirovan û destpêkirina jiyanê ya ji sifirê."
Alîkariya koçberan dike
Dîlar Xelef niha li akademiyeke perwerdeyê ya li Almanyayê dixebite û di birêvebirina kar û barên fermî û fêrbûna ziman de alîkariya koçber û welatiyan dike.
Dîlar Xelefê li ser karê xwe jî ev agahî dan:
"Min bi zimanê Almanî beşa kargêriyê xwendiye û ez bi çend zimanan dizanim.
Ev yek rê vedike ku ez alîkariya wan kesan bikim ên ku nû gihîştine Almanyayê.
Çimkî ez bi xwe jî di heman rêyê re derbas bûme û ez êşên wan fêm dikim."
Pirtûka “Vom Schmerz zur Stärke” hemû wan tecrubeyan li xwe digire û bi rêya malpera cîhanî ya Amazonê li ber destê xwîneran e.


