Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê bi boneya 27emîn salvegera canjidestdana hunermend û çalakvanê Kurd Hozan Serhed daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hozan Serhed dengê xwe kiriye peyama azadiyê û hunera xwe wekî çekekê ji bo parastina nasname û çanda gelê xwe bi kar aniye.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li ser wî got, "Hozan Serhed ne tenê stranbêjek bû, ew mirovekî xwedî prensîb bû.
Wî mîrateya Kurdî di dilê xwe de hildigirt û ji bo ax, ziman û mirovahiyê stran digot. Berhemên wî beşeke yekgirtî ya bîra çandî ya gelê me ne."
"Dengê wî li her derê ye"
Tevgera Çand û Hunerê diyar kir ku li gorî baweriya Hozan Serhed, huner tenê dema ku bi nirxên azadî û rûmetê re bibe yek, temam dibe.
Di daxuyaniyê de li ser vê mijarê wiha hat gotin:
"Dengê wî li her derê heye. Dengê wî di navbera çiya û deştan de û di dilê hemû kesên ku çandê wekî bingeha hebûna gel û rêya jiyanê dibînin de olan dide."
"Ew dê ti carî neyên jibîrkirin"
Tevgerê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew kesayetên hunerî yên ku canê xwe ji bo zindîhiştina hunera Kurdî feda kirine, dê ji aliyê gel ve ti carî neyên jibîrkirin.
Her wiha hat diyarkirin, "Awaz û gotinên wan dê wekî çirayekê bimînin û nifşên nû fêrî nirxên berxwedanê bikin."
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser parastina çand û hunera Kurdî û got:
"Bibîranîna Hozan Serhed ne tenê bilêvkirina navê wî ye. Ev yek di heman demê de parastina çanda Kurdî, pêşxistina hunera azad, parastina ziman û mîrateyê û berdewamkirina peyama wî ye ku heta dawiya canê xwe hilgirtibû."



