Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma "Cîran" a derhênerê Kurd Mano Xelîl piştî rûxîna desthilata Esed îro cara yekem li Şamê tê nîşandan.
Ev fîlm di dema desthilata malbata Esed de qedexe bû.
Fîlm qala zilma rejîma Beasê ya li dijî Kurdan dike.
Hat zanîn ku Festîvala Sînemayê ya Misyefê bi fîlma Cîranê tê vekirin.
Qala şovenîzma Beasiyan dike
Derhêner Mano Xelîl li ser fîlm û festîvalê ji Rûdawê re axivî.
Wî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku piştî rûxîna desthilata Beasê cara yekem e festîvaleke li Sûriyeyê bi fîlma Cîranê tê vekirin.
Mano Xelîl eşkere kir ku fîlma Cîranê qala şovenîzma Beasiyan a li hemberî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dike.
“Min dixwest li Başûrê Kurdistanê jî bê nîşandan”
Derhênerê Kurd destnîşan kir ku wî gelekî dixwest fîlma Cîranê li Başûrê Kurdistanê jî li sînemayan bê nîşandan lê derfet nehatiye dayîn.
Divê were gotin ku Festîvala Sînemayê ya Misyefê, festîvaleke serbixwe ye.


