Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê bi tohmeta "xirakirina exlaqê giştî" cezayê 74 qamçiyan li stranbêj Anîta Papîstê hat birîn.
Stranbêja ku li Tehranê dijî, diyar kir ku ji bilî cezayê qamçiyan dest danîne ser pasaporta wê û xeta telefona wê jî hatiye girtin.
Anîta Papîstê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryara dadgehê eşkere kir.
Wê da zanîn ku Dadgeha Cezayê ya li Erşadê ya Tehranê ev biryar daye.
Zextên li ser jinan didomin
Li Komara Îslamî ya Îranê zext û astengiyên dadî û ewlehiyê yên li ser hunermendên jin didomin.
Anîta Papîstê destnîşan kir ku van cezayan xebatên wê yên pîşeyî û derfetên wê yên pêwendiyê bi awayekî cidî sînordar kirine.
Ev rewş, qedexe û sînordarkirinên berfireh ên li ser çalakiyên hunerî yên jinan careke din radixe ber çavan.
Berê xwe didin medyaya civakî
Li Îranê mafê stranbêjên jin nîne ku bi tenê konseran bidin an jî berhemên xwe bi awayekî fermî belav bikin.
Ji ber van astengiyan, jinên hunermend demeke dirêj e bi rêya platformên dîjîtal xwe digihîjin hezkirên xwe.
Anîta Papîstê jî berhem û xebatên xwe yên muzîkê bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî bi guhdarên xwe re parve dikirin.



