Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma sînemayî ya bi navê "Jan" di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Birminghamê ya li Brîtanyayê de 2 xelatên sereke bi dest xistin ku xelat "Senaryoya Herî Baş" û "Lîstikvanê Herî Baş" in.
Derhênerê fîlmê Burhan Ehmedî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku fîlmê li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Birminghamê serkeftineke baş bi dest xistiye û 2 xelat wergirtine.
Ehmedî her wiha destnîşan kir:
"Xelat niha li bajarê Silêmaniyê ne û ji ber hinek rêkarên fermî hîn negihîştine ber destê me."
Lîstikvanê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mahîr Hesen di fîlmê de lîstikvanê sereke ye.
Mahîr Hesen di festîvalê de xelata "Lîstikvanê Herî Baş" stand.
Li gel Mahîr Hesen, lîstikvanên wekî Şîma Melayî, Maîde Fezlî, Efşîn Xidirî, Niştiman Resûlnejad, Ekrem Mihemedî û Leyla Beygîzade jî di fîlmê de rolên sereke lîstine.
Li Sineyê hatiye girtin
Derhêneriya fîlma "Jan" ji aliyê Burhan Ehmedî ve hatiye kirin û Mahîr Hesen û Burhan Ehmedî bi hev re çêkerên fîlmê ne.
Karên wênegirtin û hilberîna fîlmê di navbera salên 2022 û 2023yan de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin.
Vê fîlmê berê jî di festîvalan de gelek serkeftin bi dest xistibûn.
Di nav wan de xelata "Fîlma Çîrokbêj a Herî Baş" a li Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Thessalonîkiyê ya li Yunanistanê û Xelata Yilmaz Guney a ji bo "Fîlma Herî Baş" a li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê hene.



