Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku Louis Reard sala 1946an bîkînî dîzayn kir, ev cil û berga nû ya avjeniyê deng veda û wekî skandalekê hat dîtin.
Bîkîniya ku modeya beravan ji binî guherî îro 80 salî ye.
Bîkînî ku cil û bergê avjeniyê yê herî hezkirî yê jinan e, tenê çar roj berî ceribandina bombeya atomê ya Amerîkayê ya li Girava Bîkîniya derket holê.
Wê navê xwe jî ji vê bûyerê stand ku di rastiyê de ti pêwendiya wê bi îmaja bîkîniya re nîne.
Dîzaynerê bîkîniya ku şopên ceribandina bombeya atomê di navê xwe de hildigire, zilamek bû.
Ew kesek bû ku ji modeyê fêm nedikir û endezyarekî makîneyê bû.
Endezyarê makîneyê yê Fransiz Louis Reard, 80 sal berê nizanibû ku bi sêwirîna bîkîniya dê serdemeke nû bide destpêkirin.
Ji ber vê yekê wî mankeneke profesyonel jî nedît ku berhemê xwe yê nû pê bide nasîn.
Ji ber ku malên modayê yên Parîsê nedixwest bîkîniya nîşan bidin, Reard bi jineke striptîzkar re li hev kir.
Bi vî awayî, 5ê Tîrmeha 1946an li Molitorê ku yek ji hewzên navdar ên Parîsê ye, cara yekem bîkînî hat nîşandan.
Kelecaneke mezin hebû, ji ber ku li gorî pîvanên wê serdemê nîşandana ew qasî ya laş zêdegavî bû.
Parastvanên exlaqê hêrs bûn ku salên piştî şer aliyênm mihafezekar digot divê jin "li şûna ku bêşermane xwe rût bikin, bi kiras û pêşgirên dirêj bigerin."
Louis Reard jî di dirûşma reklamekê de pîvanên sêwirîna xwe wiha diyar kiribûn:
"Bîkîniyek, tenê dema ku di nav gustîlka zewacê re derbas bibe, wekî bîkînî tê qebûlkirin."
Bê guman ev gotineke ji bo henekê bû, ji ber ku wî pişt re modelên ku cawên wan zêdetir bûn jî sêwirandin.
Ji bombeya nukleerê zehmettir bû
Di wê serdemê de hînbûna bi cil û bergeke avjeniyê ya ew qasî vekirî, ji pejirandina ramana bombeya nukleerê zehmettir bû.
Di salên 1950î de li beravan bîkînî qedexe bû.
Heta li Brezîlyayê ku îro bi bîkîniyan tê naskirin jî, komeleyên li dijî bîkîniya hatibûn avakirin.
Kovarên modayê jî nêzîkatiyeke sar nîşanî bîkîniya didan, wekî mînak, kovara Vogueyê destpêkê li ser vê trenda nû bi awayekî gelekî baldar nûçe çêdikirin.
Lê belê destpêka salên 1950î piştî ku stêrkên wekî Brigitte Bardot û Marilyn Monroeyê bîkînî kir navdar, rewş guherî.
Ursula Andress di fîlmê "Dr. No" yê James Bond de bi bîkîniya xwe yê spî yê du parçeyî di nav pêlan de derdiket holê.
Her wiha Brigitte Bardot jî sala 1962an bi bîkîniya xwe beşdarî Festîvala Fîlman a Cannesê bû.
Kovarên modayê jî bi demê re hêdî hêdî zêdetir cih da mayoyên du parçeyî.
Salên 1960î bîkînî di dawiyê de bû parçeyekî asayî yê modaya havînê û bi awayekî birêkûpêk di kovara Vogueyê de cih girt.
Sansura li ser navikê
Hûrguliyeke balkêş heye: Kovara Vogueyê ya Amerîkayê di wêneyên destpêkê yên ku diweşandin de, nedihîşt navika jinan xuya bike.
Di wan salan de bîkînî bi awayekî wiha dihatin wênekirin an jî sêwirandin ku navik veşartî bimîne.
Di wê serdemê de xuyabûna navikê wekî skandalekê dihat dîtin. Ev tabû di salên 1960î de hêdî hêdî ji holê rabû.
Bîkînî û azadiya jinan
Ev şoreşa di modaya mayoyan de, bi pêvajoya azadbûna jinan re hevdem bi rê ve çû.
Heba rêgiriya li ducaniyê û kirasên kurt jî di vê serdemê de derketin holê.
Di serhildanên xwendekaran ên salên 1960î de jî li dijî pergalê dest bi raperînekê hat kirin.
Lewma bîkînî ji bo gelek jinan pêngaveke rizgariyê bû.
Bîkîniyê heta roja me ya îro jî ji cazîbeya xwe tiştek winda nekiriye.
Jin êdî -çi qelew bin çi lawaz- dikarin xetên bedena xwe yan jî şopên ducaniya xwe bi awayekî asayî nîşan bidin.


.jpg&w=3840&q=75)
