Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan ji bo mirina hunermendê navdar ê Tirkiyeyê Kadîr Înanir ji Girtîgeha Îmraliyê peyamek şand.
Ocalan di peyama xwe de sersaxî ji malbat û dostên Kadîr Înanir re xwest û bal kişand ser keda wî ya di huner û siyaseta aştiyê de.
“Nirxê etîk û estetîk ê dilê gel bû”
Abdullah Ocalan di peyama xwe de hunermendê mirî bi rêzdarî bi bîr anî û anî zimên:
“Ez hunermendê mezin ê gelên Tirkiyeyê yê ku di dilan de cih girtiye, Kadîr Înanirê delal bi rêzdarî bi bîr tînim.
Ew di hunera sînemayê de nûnerê mezin ê wê xetê bû ku Yilmaz Guney û Sirrî Sureyya jî tê de ne.
Ew ji bo gel hunermendekî rast bû. Nirxê etîk û estetîk ê dilê gel bû.”
“Şopînerê pêvajoya aştiyê bû”
Ocalan destnîşan kir ku Kadîr Înanir di dema pêvajoya çareseriyê de wekî "eqilmendekî" xwedî helwesteke xurt bû û li pey çû:
“Ew ji rêberên herî rast û biryardar ên mirovên eqilmend ên pêvajoya aştiyê bû.
Mîna Sirrî Sureyya, ew jî şopînerê pêvajoya aştiyê ya dawî bû.
Ez bawer dikim ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a nû bi ser bikeve. Bi vê serkeftinê dê rihê wî şad bibe.”
Ocalan di dawiya peyama xwe de sersaxî ji hemû xizm, dost û gel re xwest û silavên xwe şandin.
Hunermendê navdar Kadîr Înanir 26ê Hezîrana 2026an koça dawî kiribû.
.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
