Dêrsim (Rûdaw) - Wênegira belgefîlman a Amerîkayî Olivia Bowdoin û nivîskara bi navê Melanie mîrateya çandî û baweriyê ya Dêrsimê xebatan dikin.
Projeya bi navê "Parêzvanên Munzûrê" (Guardians of the Munzur) cografyaya rûhanî ya herêmê û pîroziya Çemê Munzûrê bi cîhanê dide naskirin.
Rojnamegera multîmedyayê ya ji Atlantaya Amerîkayê Olivia Bowdoin, bi xebatên xwe yên belgekirina çîrokên hêvî, berxwedan û mîrata çandî li deverên cuda yên cîhanê tê naskirin.
Ew di projeya xwe ya li Dêrsimê de bi taybetî jiyana li nav xwezayê, ziman, muzîk û kevneşopiyan qeyd dike.
Çemê Munzûrê jî di navenda projeyê de cih digire.
Hewldanên parastina Munzûrê
Çemê Munzûrê ji bo xelkê Dêrsimê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Ev çem di heman demê de di baweriya Elewiyan de pîroz tê dîtin.
Olivia û Melanie, girêdana xelkê ya bi Munzûrê re û hewldanên parastina wê bi xebatên dîtbarî û nivîskî belge dikin.
Melanie beşa vegotina nivîskî û dîroka devkî ya projeyê bi rê ve dibe.
Ew di xebatên qadê de bi Bowdoinê re hevrêtiyê dike.
Her du rojnamegeran havînên salên 2024 û 2025an li Dêrsimê lêkolînên qadê kirin.
Wan bi civakên xwecihî re hevdîtin kirin û bi piştgiriya rêberên xwecihî herêm ji nêz ve nas kir.
Navên girîng ên muzîka Kirmanckî (Zazakî) Metîn û Kemal Kahraman ên birayên hev jî piştgirî da projeyê.
Hunermendan li ber beravên Munzûrê stran gotin û bi vî awayî tevkariya xwe li xebatê kir.
"Çanda Dêrsimê gelekî kevnar e"
Hunermend Kemal Kahraman anî zimên ku eleqeya rojnamegerên Amerîkayî ya ji bo çanda Dêrsimê girîng e û got:
"Em hem li ser Dêrsimê hem jî li ser baweriya xwe axivîn û me du stranên xwe gotin.
Li ser rûyê erdê gelek çand, bawerî û ziman hene.
Zimanê me, baweriya me û çanda Dêrsimê jî gelekî qedîm û kevn in. Ji ber vê yekê bala wan dikişîne.
Çawa ku Girê Mirazan û Heskîf ji binê axê hatin derxistin û tiştekî ji mirovahiyê re dibêjin, ziman û çanda me jî berhema bîreke mezin e."
"Girêdaneke xurt bi xwezayê re heye"
Olivia Bowdoinê diyar kir ku eleqeya wê ya ji bo Dêrsimê sê sal berê bi vegotinên hevalekî wê yê Fransî yê ku li Antalyayê nas kiribû dest pê kiriye û wiha axivî:
"Ez li Atlantayê rojnamegeriyê dikim. Sê sal berê dema ez li Antalyayê bûm min hevalekî xwe yê Fransî nas kir. Wî ji min re qala Dêrsimê kir.
Min meraq kir û min dest bi lêkolîna li ser Dêrsimê kir.
Lê belê min di çavkaniyên Îngilîzî de zêde agahî peyda nekirin.
Li ser jiyana mirovan, çanda wan, çawaniya jiyana wan a bi xwezayê re û bê ka ew li hemberî çi têdikoşin agahiyên gelekî sînordar hebûn."
"Ev rewş gelekî îlhamdar e"
Bowdoinê bal kişand ser têkiliya Dêrsimiyan a bi xwezayê re û pê de çû:
"Di dema lêkolînên xwe de ez pê hesiyam ku mirovên li vê derê girêdaneke gelekî kûr bi xwezayê re daniye.
Ne tenê bi dar û çûkan re, têkiliyeke wan a xurt bi av û çavkaniyên xwezayî re jî heye.
Tevî midaxeleyên ji derve, zext û bandorên rûxîner wan karîbûye van hemûyan biparêzin. Ev yek ji bo me gelekî bibandor û îlhamdar e."
"Em dixwazin vê çandê fêm bikin"
Wênegira Amerîkayî da zanîn ku ew dixwazin vê çandê ji nêz ve fêm bikin û wiha pê de çû:
"Em Amerîkayî bi piranî li bajarên mezin dijîn û girêdana me ya bi xwezayê re gelekî sînordar e.
Ji ber vê yekê ez meraq kirim bê di serdema modern de mirov çawa dikarin bi vî rengî têkiliyeke xurt bi xwezayê re deynin.
Du sal berê ez hatim Dêrsimê. Li vê derê min gelek heval nas kirin ku piraniya wan xwecihî bûn. Min wêne girtin.
Bêyî ku ez xelkê aciz bikim û bi pirsên zêde wan biwestînim, min hewl da ku ez bi awayekî xwezayî bi pêş ve biçim.
Li şûna ku ez pêşbîniyan bikim, min xwest ez fêm bikim bê xelk vê çanda ku di hezaran salan de ava bûye çawa dijî.
Di vê pêvajoyê de hevala min Melanie jî bi min re bû. Ew bi xwe nivîskareke gelekî baş e."
Xebatên projeya "Parêzvanên Munzûrê" didomin.
Bi temambûna projeyê re tê armanckirin ku mîrateya çandî û baweriyê ya Dêrsimê bigihîje girseyên berfirehtir.
Her wiha tê xwestin ku ev mîrate di qada navneteweyî de zêdetir bê dîtin.


