Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo bîranîna helbestvan û fîlozof Melayê Cizîrî, li Medreseya Sor a dîrokî merasîmeke bibîranînê û panelek hat lidarxistin.
Çalakî li Medreseya Sor a Cizîrê ku Melayê Cizîrî demekê li wir ders didan pêk hat.
Gelek kesên ku di nav wan de akademîsyen, alim, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hebûn beşdarî bernameyê bûn.
Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û pişt re bi axaftina nivîskar û lêkoleran dewam kir.
Di berdewamiya bernameyê de Melayê Cizîrî bi xwendina helbest, qesîde û duayan bi rêz hat bibîranîn.
Piştî merasîmê bi zimanê Kurdî panelek hat lidarxistin ku Dr. Cîhan Turan moderatoriya wê dikir.
Di panelê de akademîsyenan li ser cîhana edebî û hizrî ya Melayê Cizîrî pêşkêşiyên berfireh kirin.
Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş bi sernavê “Têgehên sereke di Dîwana Melayê Cizîrî de” axivî û têgehên tesewifî û edebî yên di helbestên wî de ji beşdaran re rave kirin.
Her wiha Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn jî li ser mijara “Ji xeyalê ber bi rastiyê: Banga Melayê Cizîrî ji bo mirovê îroyîn” axivî.
Ertekîn bal kişand ser peyamên gerdûnî yên Melayê Cizîrî û bandora wan a li ser jiyana îroyîn.
Merasîma li vî cihê dîrokî piştî kirina duayan bi dawî bû.



