Hewlêr (Rûdaw) - Romana nû ya Burhan Sonmez a bi navê "Neynika Sor" ji Weşanên Avestayê derket.
Ev romana duyem a Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez e ku bi zimanê Kurdî nivîsiye.
Weşanên Avestayê pirtûka nû da nasandin û li ser naveroka wê agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.
"Neynika Sor" romaneke li ser bîranîn, mirin û bendewariyê ye.
Ew qala wê kêliyê dike ku mirov di navbera xewn û hişyariyê, rastî û xeyalê, jiyan û mirinê de dimîne.
Pirtûk wekî keştiyekê di nav mijê de, xwîneran dibe nav deryayên tarî yên bîrê û wan digerîne.
Di danasîna pirtûkê de ev hevokên balkêş cih digirin:
“Gelo ev neynik bi efsûn e, min pirsî, ma neynikên din di hundirê wê de veşartî ne? Her neynik xwedî sêhrek e, wê got. Ji ber vê yekê divê her kes neynikek xwe hebe, neynikek ku her tim bi xwe re bigerîne.”
Burhan Sonmez piştî ku 5 romanên xwe bi zimanê Tirkî nivîsandin, vegeriya ser zimanê dayîka xwe û dest bi nivîsandina bi Kurdî kir.
"Neynika Sor" romana duyem e ku wî bi Kurdî nivîsiye.
Romanên Sonmez heta niha ji bo zêdetirî 50 zimanî hatine wergerandin.
Burhan Sonmez kî ye?
Burhan Sonmez li navçeya Haymanayê ya Enqereyê ji dayîk bûye.
Ew niha Serokê PENa Navneteweyî ye û endamê Akademiya Zanîngeha Cambridgeyê ye.
Wî heta niha gelek xelatên girîng wergirtine ku di nav wan de Xelata Hemingwayê, Xelata Vaclav Havelê, Xelata Wêjeyê ya EBRDyê, Xelata Wêjeyê ya Sedat Simaviyê û Xelata Romanê ya Orhan Kemal jî hene.
Sonmez ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye.
Dema ku wekî parêzerekî mafên mirovan dixebitî, di êrişeke polîsan de bi giranî birîndar bû.
Ji ber sedemên siyasî çû Brîtanyayê û li navenda dermankirina qurbaniyên şkenceyê ya li Londonê (Freedom from Torture) demeke dirêj hat dermankirin.
Wî çend salan li sirgûnê jiyana xwe domand.
Nivîskarê Kurd di jûriyên gelek çalakiyan de cih girtiye.
Xelata Inge Feltrinelliyê, Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê û Xelata Navneteweyî ya Hrant Dinkê hinek ji wan in.
Wî her wiha ji bo rojnameyên wekî La Repubblica, Der Spiegel û The Guardianê nivîsandiye.



