Stenbol (Rûdaw) – Hunermend Emîn Şenyer ev demeke dirêj e ku bi hunera xwe lîstika Karagoz û Hacîwat derdixîne ser perdê û pêşkêşî temaşevanan dike.
Meha remezanê ji bo tevahiya misilmanan xwedî wateyeke taybet e. Dema ku ev meha pîroz hat ji bo misilmanan rewşa jiyanê diguhere. Ji bilî rojî û nimêja terawîhê di wextên berê de şox û şengên remezanê jî hebûne.
Di roja îro de sînema û televizyon heye lê helbet di wê demê de ew derfet tinebûye. Lewma gel piştî ku fitara xwe dikirin berê xwe didan ser rê û diçûn navendên bajaran. Li wir li hev kom dibûn û li lîstikên perdeyan temaşe dikirin.
Lîstika herî navdar a wê demê jî Karagoz û Hacîwat bûye. Ev herdu kesayet li pişt perdeyekê bi alîkariya darikan dihatin lîstin. Bi rêya lîstikê civat û desthilata wê demê bi zimanekî tûj dihate rexnekirin. Gel jî ji van lîstikan gelekî hez kiriye û bi awayekî germ van şox û şengan şopandiye.
Hunermend Emîn Şenyer jî bi hunera xwe lîstika Karagoz û Hacîwat pêşkêşî temaşevanan dike:
Hacîwat: Ka ji êşa dilê min re bibîne çare!
Karagoz: Ezê te sax bipijînim goştê te mîna dar e!
Hacîwat: Ho hoo Karagoz silav ji te re!
Karagoz: De bisekine lo, ka hinekî wê de here!
Hunermend Emîn Şenyer wiha behsa lîstika Hacîwat-Karagoz dike: “Derbarê derketina lîstika Karagoz gelek nêrînên cihê hene. Ya ku herî zêde tê nasîn ew e ku ev her dû kesayet di dema Osmaniyan de gava mizgefta Ûlûcamî hatiye çêkirin ew wek karker tê de şixwulîne û ji ber ku bûne sedemê hêdîbûna kar her dû hatine daleqandin. Hin lêkolîner jî bahsa Cihûyên serdema Osmaniyan dikin ku wan 500 sal berê bi xwe re ji Spanyayê ew lîstikê anîne. Hin lêkolîner jî dibêjin ku ew ji aliyê qereçiyan ve hatiye afirandin û derbasî civaka me bûye. Li aliyê din jî hin kes dîroka wê dibin heta Asyaya navîn ku şikra Tirk ew bi xwe re anîne. Em van nîgaran ji çerm çêdikin. Kesê ku vê lîstikê dide lîstin pêwîste bizanibe ku ev tişt bi çi awayî tê çêkirin. Ji ber ku di roja îro de sînema, şano, televizyon û radyo gelekî bipêşketiye her wiha înternet jî tê de, kes zêde bala xwe nadin van lîstikan. Lêbelê heke hoste baş bilîze temaşevan jî eleqeyeke germ nîşan didin û tên lê temaşe dikin.
Karagoz û Hacîwat wek 2 kesayetên ku her tim bidevê hev digrin hatine afirandin. Ew tim di şer û pevçûnan de ne. Karagoz xwenda nîne û ti carî karekî wî yê tekûz çênebûye. Hacîwat jî kesekî xwenda ye lê belê hinekî fenbaz e. Di lîstikê de civaka dema Osmaniyan û hin çînên wê, nêrîna qesra desthilatê li ser gel bi awayekî zîrek û zimanekî henekbaz hatiye rexnekirin. Ango ew bûye eynik û wêneya gel û bi vî hawî kes hay ji şaştî û kêmasiyên xwe bûne. Ji bilî van herdû kesayetiyan, ew rengên cuda yên civaka împaratoriyê jî hatine bikaranîn û rexnekirin, weke mînak Ereb, Kurd, Arnewid, Rom û Ecem jî di lîstikê de hatine nîşandan.
Emin Şenyer herwiha got: “Karagoz ne kesekî xwenda ye û nezan e. Lê belê ew dilpaqijû û pakbûnê temsîl dike. Hacîwat jî kesekî xwenda û zana ye, lewma civaka xwe baş nas dike. Ew navbeynkariya herkesî dike û jê jî sûd û berjewendiyeke mezin werdigre. Helbet li ser vê perdê ne bitenê Hacîwat û Karagoz hene. Bi sedan karakter hene. Bitaybetî jî ew kêmîneyên ku li her derê împaratoriye belav bûne ji xwe re cih li ser perda Karagoz dîtine. Çi Arnewid, an Ereb, Ecem, Ermen, Rom an Cihû. Bi sedan hene. Ev lîstika Karagoz û Hacîwat wek sînemayên berê têne dîtin û ew ji bo demeke dûr û dirêj hatine şopandin. Lê belê îro ew wek hobiyekê têne kirin. Hoste û hunermendên wek Emîn Şenyer van lîstikan li gor roja me nûjen dikin û derdixînin pêş temaşevanan. Bi vî hawî temenê Karagoz û Hacîwat hinekî din be jî dirêj dibe û bênavber kenê mirovan tîne.
Hacîwat: Hiş di serê mirov de ye.
Karagoz: Ê min hişê min di berîka min de ye!
Hacîwat: Em bêjin dema dimeşî te hişê xwe xiste erdê û te ew winda kir, wê gavê tu yê çi bikî?
Karagoz: Ezê herim ba hişfiroşekî û ji xwe re hişekî nû bikirim!
Hacîwat: Gelo hiş wisa tê firotin?
Karagoz: Erê, li ser înternetê difroşin!
Hacîwat: De here lo, biqeşte!


