Stenbol (Rûdaw) – Xet, navê hunera nivîsa delal e. Xettad jî ew kes in ku bi vê hunera nivîsa delal ve mijûl in. Lê belê beşeke din jî heye ku hunera xettê temam dike. Navê wê jî tezhîb e.
Tezhîb zêdetir di xemilandina pirtûk û diayan de tê bikar anîn. Ew kesên ku karê tezhîbê dikin jî muzehhîb in. Ev huner di dîroka ola Îslamê de herî zêde di pelên Qur’anê de hatiye bikaranîn. Her wiha padîşah jî ji bo ku tûğrayên wan werin xemilandin serî li vê hunerê dane. Diayên Qur’anê jî ji aliyê muzehhîban ve hatine honandin û ew heta roja îro jî hatine parastin.
Li welatên Îslamê ev huner li her deverekê bi şiklekî cuda şax daye û gihîştiye asteke bilind. Lê her welatî li gor xwe neqiş bikaraniye û xwe ji aliyê şêweyê ve ciyawaz kiriye. Hunermend Mihemed Xan jî li Stenbolê dijî û yek ji wan tekane kesan e ku dikare him xet û him jî karê tezhîbê bi hev dû re bike.
Xettad Mihemed Xan dibêje: “Hunera xetê di dema Hezretî pêxember de ku di 40 saliya xwe de çû şikefta Hîrayê û jê re mizgîniya nebîtiyê hat her wiha jê re wehîh jî dihatin. Wê demê 9 hevalên wî yên nivîskar û hafiz hebûn. Ji aliyekî ve wan hafizan Qur’anê jiber dikir û ji aliyekî ve jî ew kesên ku jiber dikirin li ser çerm û papîrusan jî wê dinivîsandin. Di nava 23 salan de Qur’an daket û nazil bû. Lê dema em hatin ser dîroka 1100 û 1150 bi navê eqlam-i sîtte 6 nivîs derketin. Ew jî nesih, sulus, riqa, kûfî,talîk û reyhanî ye. Piştî ku ev derketin nivîskar û hunera xettadiyê hê geştir bû û li cîhanê belav bû.”
Ji sedsala 19mîn û vir de ji ber ku çapxane bi awayên nûjen dest bi weşanê kirine di hunera tezhîb û xetê de paşketinek pêk hatiye, lê bi saya keda hunermendên hêja ev huner karibûye xwe bigihîne roja me. Ew hunermend her yek bi awayên xwe yên taybet xêz û risim kirine û berhemên giranbuha afirandine. Lewma ev huner ji piya maye. Lê ev yek ne bitenê huner e, her wiha ew ji aliyekî ve karê medîtasyonê ye jî. Yên pê ve têkildarin ji aliyê derûnî ve jî sûdê jê werdigrin.
Xettad Mihemed Xan herwiha got: “Piştî nivîsê jî hunera tezhîbê tê. Gava ku nivîs tinebe karê tezhîbê zêde bi kêrî tiştekî nayê. Ji ber ku kelamê xwedê di dilê însanan de hesteke xweş ava dike piştî dema hezretî pêxember rabûne ji wan nivîsan re zeneetê tezhîbê derxistine. Tezhîb, ew jî weke hunera xettê zeneetekî giran e û fikr û zikr û demeke gelekî zêde dixwaze. Stenbol kaniya xettada ye. Ew kaniya tezhîbê ye. Ji ber wê di hemû cîhanê de ku meriv têxe mêzînê birastî bi pîvaneke zêde Stenbol xwediyê vê zineetê ye. Lewma kesên ku di vî warî de digihîjin ji sedî not li Stenbolê îcazeta xwe distînin.”
Dema ku hunermend karê xwe pêk tînin mîna ku ji vê alemê xwe vekişînin û derbasî alemeke din bibin. Bi vî hawî ew karên bêhempa pêk tînin. Her çiqas îro hejmara hunermendên ku karê xet û tezhîbê pêk tînin kêm bûbe jî nirxê berhemên wan her diçe zêde dibe û wek mîrate xwe digihîjîne nifşên nû.


