Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser rewşa Sûriyeyê û pêkanîna peymana di navbera desthilatdarên wî welatî û saziyên Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî.
Wî berpirsî destnîşan kir ku divê fermanên serokatiyê yên taybet bi Kurdan, li parlamentoyê bibin qanûn.
Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê îro bersiv da edîtorê maseya navneteweyî yê beşa Intake ya Rûdawê Usame Mihemed.
Berdevkî diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê bi kêfxweşî peymana di navbera Şam û Birêvebiriya Xweser de pêşwazî kiriye.
Ev peyman tevlîkirina saziyên Rojavayê Kurdistanê ya nav saziyên nîştimanî û hêzên çekdar ên dewleta Sûriyeyê li xwe digire.
Yekîtiya Ewropayê ev yek wekî pêngaveke girîng a ber bi yekrêziya nîştimanî ve pênase kir.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Rûdawê, ev tevlîbûn li gel nûnertiya siyasî û parastina mafên Kurdan ên wekî welatî, piştgiriyê dide pêvajoya aştiya nîştimanî.
Wî berdevkî got, “Ev pêvajo ji bo qonaxa veguhêz a Sûriyeyê wekî tecrubeyekê tê dîtin. Eger bi ser bikeve, dê ji bo avakirina bawerî û diyalogê ya di nav civaka Sûriyeyê de bibe mînakek.
Tevî ku bipêşketinên baş çêbûne jî pêvajo hîn didome û hinek hûrgilî mane ku divê alî wan zelal bikin.”
Ziman, perwerde û Birêvebiriya Xweser
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê jî nirxand.
Wî bal kişand ser girîngiya veguhestineke rasteqîn a piralî û got:
“Divê di vê veguhestinê de mafên hemû welatiyên Sûriyeyê bêyî cihêkariya neteweyî û olî werin parastin û ev yek bibe rengvedana piralîbûna welêt.”
Ew berpirs dibêje, pêkanîna fermana serokatiyê ya li ser mafê xwendina bi zimanê Kurdî, naskirina fermî ya Newrozê û dayîna nasnameyê ji bo Kurdan, "wekî pêngaveke mezin û bipêşketinekê tê dîtin."
Berpirsê Ewropayî her wiha got, "Ji bo misogerkirina pêkanîna wan, pêwîst e ev ferman bibin beşek ji wan qanûnên nû yên ku parlamento li ser wan dixebite. Her wiha divê qanûneke nû ji bo birêvebiriyên xwecihî were derxistin.”
Şertê vegera koçberan
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê li ser vegera ewle û birûmet a welatiyên koçber a li cih û warên wan jî axivî.
Wî bi taybetî qala koçberên Serê Kaniyê kir û destnîşan kir ku heman ew şertên ku ji bo seranserê Sûriyeyê hatine danîn li vir jî derbas dibin.
Berdevkê YEyê got: “Pêkanîna aramî û ewlehiyê şertê sereke ye. Di heman demê de divê astengiyên li pêşiya vegerê bên çareserkirin.
Başkirina rewşa mirovî, çareserkirina krîza dijwar a aborî, pirsgirêka xanî û zeviyan, dabînkirina xizmetguzariyên sereke, afirandina derfetên kar û paqijkirina metirsiya teqemeniyên neteqiyayî hinek ji van şertan in.”
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê ji Rûdawê re eşkere kir ku ev peyam di serdana Alîkara Seroka Komîsyona Ewropayê û Berpirsa Siyaseta Derve Kaja Kallasê (29ê Îlonê) de hatine gihandin.
Wî anî zimên ku Yekîtiya Ewropayê amadebûna xwe ya ji bo piştgiriyê nîşan daye.
Mafê welatîbûnê û yê jinan
Yekîtiya Ewropayê çend pîvanan ji bo nirxandina bipêşketinên di warê mafê pêkhateyan û nûnertiya siyasî de bi kar tîne.
Hat destnîşankirin ku Yekîtiya Ewropayê di hemû astan de van mijaran bi desthilatdarên demkî yên Sûriyeyê re gotûbêj dike.
Wî berdevkî ji Rûdawê re diyar kir ku Ewropa hêvîdar e di hemû qadên siyasî, civakî û aborî de nûnertiyeke piralî hebe ku rengvedana cihêrengiya civaka Sûriyeyê be.
Her wiha wî xwest ku di hemû bernameyên bipêşxistin û avadankirinê de pîvanên wekhevî û rêzgirtina mafên jinan li ber çavan bên girtin.
Di bersivê de qala wê yekê hat kirin ku pêwîst e destûra dahatû ya Sûriyeyê jî mafê mirovî yê hemû welatiyan bêyî cudakarî biparêze.



