Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku di salên 2024 û 2025an de li seranserê cîhanê herî kêm 189 rojnameger, xebatkarên medyayê û hilberînerên naverokên medyaya civakî hatine kuştin.
UNESCOyê ji bo 2yê Çiriya Paşîn Roja Navneteweyî ya Bidawîanîna Bêcezahiştina Tawanên li Dijî Rojnamegeran rapora xwe ya bi navê "Rapora li ser Ewlehiya Rojnamegeran û Xetereya Bêcezabûnê" eşkere kir.
Li gorî raporê, rêjeya bêcezabûnê di kuştina rojnamegeran de sala 2025an xalekê zêde bûye û derketiye ji sedî 86an.
Ev rêje ji sala 2012an û vir ve cara yekem e ku bilind dibe. Di sala 2012an de rêje ji sedî 95 bû, lê di sala 2024an de heta ji sedî 85an daketibû.
Li gorî pênaseya UNESCOyê ya ji bo bêcezabûnê, ji her 7 kujerên rojnamegeran nêzîkî 6 kes dernakevin pêşberî dadgehê û lêpirsînên wan bê encam dimînin.
"Du salên herî kujer ên deh salên dawî"
Di rapora ku du salan carekê tê weşandin de hat diyarkirin ku di salên 2024 û 2025an de bi giştî 189 xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin ku 14 ji wan jin bûn.
Ev serdem wekî du salên herî bi xwîn û kujer ên 10 salên dawî ket qeydan.
Rêjeya kuştina jinên rojnameger
Di raporê de bal hat kişandin ser wê yekê ku ji sedî 93yê jinên rojnameger ên ku hatine kuştin, di dema şopandina şer û pevçûnan de hatine kuştin.
Her wiha hat diyarkirin ku jinên rojnameger li ser înternetê û li derveyî wê rû bi rûyî destdirêjî û zextan dimînin.
Li gorî lêkolîneke hevpar a Saziya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Navenda Navneteweyî ya Rojnamegeran (ICFJ), ji sedî 75ê jinên rojnameger rastî destdirêjiyê hatine.
Rêjeya tundiya li ser medyaya civakî ya ku li qadê vediguhere tundiya fîzîkî jî ji sala 2020an vir ve du qat zêde bûye û ji sedî 20an derketiye ser ji sedî 40î.
Filistîn bû qada herî xeternak
Li gorî daneyên raporê, ji sedî 67ê rojnamegerên ku hatine kuştin li herêmên şer ên wekî Filistîn, Yemen û Ukraynayê mirine.
Her wiha êrişên bi dronan bûne sedema ji sedî 26ê kuştina rojnamegeran.
Filistîn sala 2025an bûye ew herêma ku herî zêde rojnameger lê hatine kuştin û li wir herî kêm 32 rojnameger hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku rojnameger li malên xwe an jî di dema pêvebûna êlekên çapemeniyê de jî rasterast bûne armanc.
Rewşa li Tirkiyeyê
UNESCOyê Çiriya Pêşîn a 2025an ji 78 dewletan li ser rewşa darizandinê ya hezar û 358 dozên kuştina rojnamegeran ên navbera 1a Kanûna Paşîn a 2006an û 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an de agahî xwest.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji Tirkiyeyê jî li ser 9 dozên çaresernebûyî yên kuştina rojnamegeran agahî hatine xwestin.
Li gorî tomarên UNESCOyê ji sala 2006an ve heta niha li seranserê cîhanê kuştina hezar û 641 rojnamegeran hatiye belgekirin. Ev amar nîşan dide ku her 4 rojan carekê rojnamegerek tê kuştin.



