Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) ji Rûdawê re ragihand ku li seranserî cîhanê 82,2 milyon kes koçber in.
Li gorî agahiyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) hejmara herî zêde ya koçberan li Sûdanê ye ku 9,1 milyon kes in.
IOMê her wiha da zanîn ku ji sedî 28ê koçberan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ne.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) bersiv da emaila Edîtorê Beşa Intakeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefa û got:
"Li cîhanê 82,2 milyon kes koçber in.
Hejmara herî zêde ya koçberan jî bi 9,1 milyon kesan li Sûdanê ye."
Rewşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê
Li gorî amarên Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê 23,3 milyon koçber hene.
Ev hejmar dike ji sedî 28ê hemû koçberên tomarkirî yên cîhanê.
Hejmara koçberên li herêmê li gorî sala 2024an ji sedî 21 kêm bûye ku ev jî dike 4,9 milyon kes.
IOMê eşkere kir ku sedema vê kêmbûnê vegera hejmareke berbiçav a koçberan a li Sûdan, Sûriye û Libnanê ye.
Rêxistinê li ser koçberên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hinek hûrgilî bi Rûdawê re parve kirin û diyar kir ku li Sûdan, Sûriye, Yemen û "herêmên dagirkirî yên Filistînê" 21,9 milyon koçber hene.
Ev jî dike ji sedî 94ê koçberên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û ji sedî 27ê koçberên li seranserî cîhanê.
IOMê amaje bi hejmara wan qurbaniyan jî kir ku di rêya Deryaya Navîn re xwestiye xwe bigihînin welatên din.
Rêxistinê ragihand ku îsal li ser vê rêyê hezar û 733 kes mirine yan jî winda bûne ku par ev hejmar 2 hezar û 185 kes bû.


