Stockholm (Rûdaw) - Namzeda Partiya Çep a Şaredariya Huddingeyê ya Herêma Stockholmê Nûjîn Alacabekê da zanîn ku bavê wê Pêşmerge bû û got, “Ez jî li Swêdê ji bo mafên Kurdan dixebitim”
Kurdên diyasporayê yên li Swêdê di saziyên wî welatî de pêgeheke siyasî bi dest dixin.
Namzeda hejmar yek a Partiya Çep a Şaredariya Huddingeyê ya Herêma Stockholmê Nûjîn Alacabekê di bernameya Diyasporayê de li ser hewldanên xwe yên ji bo xizmetkirina Kurdên li Swêdê axivî.
Wê ji Rûdawê diyar kir ku partiya wan her tim piştgiriya Pirsgirêka Kurdan kiriye û da zanîn ku ew piştgiriyê didin mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd.
Mafê zimanê dayîkê
Nûjîn Alacabekê eşkere kir wan wan di 4 salên borî de 17 reform kirin.
Wê destnîşan kir ku wan bi taybetî di warê wekheviya zayendî û misogerkirina mafê xwendina bi zimanê dayîkê yê ji bo zarokên Kurd de gavên girîng avêtine.
Şaredariya Huddingeyê duyemîn şaredariya herî mezin a herêma Stockholmê ye û gelek Kurd li wê derê dijîn.
Alacabekê bal kişand ser pergala xwendina bi zimanê dayîkê û got ku wan gelek asankarî kirine û wiha domand:
"Berê diviyabû herî kêm 3 zarok di dibistanekê de hebin da ku dersa zimanê dayîkê ji wan re were dayîn. Lê em li ser vê yekê xebitîn û êdî eger zarokek bi tenê jî be mafê wî heye ku di hefteyekê de saetekê bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne."
Siyaseta partiyên rastgir
Nûjîn Alacabekê li ser piştgiriya partiya xwe ya ji bo Pirsgirêka Kurdan û rewşa siyasî ya Swêdê jî agahî dan û got:
"Partiya Çep yek ji wan partiyan e ku di dîroka xwe de her tim piştgirî daye azadiya gelê Kurd û Kurdistaneke serbixwe."
Wê rexne li partiyên rastgir girtin û wiha got:
"Partiyên rastgir gelek caran siyaseta nijadperestiyê bi kar tînin. Lê em dixwazin wekheviyê ji bo hemû pêkhateyan misoger bikin."
"Bavê min pêşmerge bû"
Namzeda Partiya Çep bal kişand ser koka têkoşîna malbata xwe û bavê xwe yê Pêşmerge bi bîr anî û got:
"Nifşê beriya me ji bo azadiya Kurdistanê gelek têkoşîn kiriye, bavê min pêşmerge bû."
Nûjînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dê têkoşîna bavê xwe bidomîne û wiha domand:
"Niha erkê me ye ku wekî nifşê duyemîn ê li diyasporayê, bi şêwazeke nûjen xebata wan bidomînin û daxwazên gelê xwe bigihînin armancê."


