Dusseldorf (Rûdaw) - Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ji bo ku dengên Kurdên li Swêdê bistîne dixebite.
Namzedê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Kadîr Kasirga ragihand ku di hikûmeta nû de şansekî mezin û bihêz heye ku cara yekem Kurdek bibe wezîr.
Namzedê hejmara 5 ê Partiya Sosyal Demokrat a Parlamentoya Swêdê Kadîr Kasirga di bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de qala helwesta partiya xwe ya li hemberî diyasporaya Kurdan û rola Kurdan a di qada siyasî ya Swêdê de kir.
Namzedê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Kadîr Kasirga got:
"Kurd parçeyekî gelekî girîng û berbiçav ê civaka Swêdê ne.
Wan di qadên huner, çand, bazirganî û siyasetê de roleke berbiçav lîstiye û xwedî kesayetên jêhatî ne."
Kadîr Kasirga li ser pirsa îhtimala hebûna wezîrekî Kurd a di hikûmeta nû de wiha axivî:
"Beriya her tiştî divê em di van hilbijartinan de bi ser bikevin û bi serokatiya Magdalena Anderssonê hikûmetekê ava bikin.
Di nav refên me de kesên jêhatî û xwedîşiyan ên Kurd hene ku dikarin vê berpirsyariyê bigirin ser milên xwe.
Yek ji wan jî Lawîn Rêdar e ku ew xanimeke ciwan e û berdevka partiya me ya kar û barên entegrasyonê ye.
Lawîn Rêdar keseke pir çalak û jêhatî ye û roja ku em hikûmetê ava bikin, ew dê bibe yek ji wezîrên hikûmetê."
Zêdetirî 200 namzedên Kurd hene
Namzedê Sosyal Demokratan her wiha da zanîn ku li ser lîsteyên partiyên cuda û bi taybetî jî li ser ya Sosyal Demokratan zêdetirî 200 namzedên Kurd hene û da zanîn:
"Cihê serbilindiyê ye ku hejmara Kurdan di lîsteyan de zêde dibe.
Em hêvî dikin ku heta sala 2030î ev hejmar bigihêje 300-400 namzedan."
Kadîr Kasirga li ser aloziyên berê û dilgiraniyên Kurdên li Swêdê yên li ser hinek mijarên siyasî yên wekî endamtiya Swêdê ya NATOyê got ku hinek şaşfêmkirin çêbûbûn.
Wî tekez kir ku wan di van 4 salên borî de bi xebata berdewam a di nava mixalefetê de hewl daye ku xwe nêzîkî pirsgirêkên diyasporaya Kurdan û rewşa Kurdistanê bikin.
Di hilbijartinên borî yên Parlamentoya Swêdê de Partiya Sosyal Demokrat bi ferqeke kêm a nêzîkî 55 hezar dengan desthilat ji dest dabû û bûbû mixalefet.
Partî di van hilbijartinan de jî hewlên xwe zêde kirine da ku vegere ser desthilatê.


