Hewlêr (Rûdaw) - Pakistana ku dixwaze dîplomasiya xwe ya di dan û standinên şerê Îranê de veguherîne avantaja aborî, ji Amerîkayê 10 milyar dolar paketa piştgiriya darayî xwest.
Eger xeta piştgiriya diravî ya bi dema 5 salan were pesendkirin, dê rê li ber bêqîmetbûna Rûpiyê bigire û girêdayîbûna welêt a bi IMFyê re kêm bike.
Li gorî nûçeya Reutersê, Pakistanê ji bo peydakirina 10 milyar dolarên Amerîkî piştgiriya aramiya diravî ku dikare bibe ava jiyanê ji bo aboriya di nav krîzê de ya Asyaya Başûr, serî li Amerîkayê da.
Ev daxwaza ku cara yekem hat eşkerekirin, piştî rola navbeynkariyê ya Pakistanê ya di dan û standinên li ser şerê Îranê de hat.
Ev pêngava dîplomasiyê profîla Pakistanê ya li qada navneteweyî bilind kir û her wiha hêviyên ku dikare ji Washington û hevpeymanên din berjewendiyên aborî bi dest bixe zêde kirin.
Birêvebiriya Îslamabadê di daxwaza xwe ya ku gihandiye Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent de, xwest ku di navbera Amerîka û hikûmeta Pakistanê de bi dema heta 5 salan û bi qîmetê 10 milyar dolarî Hêsankariya Piştgiriya Aramiya Diravî ya Dualî were avakirin.
Dê girêdayîbûna bi IMFyê kêm bibe
Eger ev derfeta fînansekirinê were pesendkirin, di demekê de ku Îslamabad li gorî bernameya IMFyê polîtîkayên tund ên darayî û diravî bi cih tîne, dê rezervên Pakistanê xurt bike.
Her wiha ev piştgirî dê zexta li ser rûpiyê sivik bike û girêdayîbûna wê ya bi mekanîzmayên fînansê yên piralî kêm bike.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.
Wezareta Darayiyê ya Pakistanê jî bersiv neda daxwazên nirxandinê yên ku li derveyî saetên kar ên Asyayê hatine kirin.



