Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, hişyariyeke tund da Komara Îslamî ya Îranê.
Trump ragihand ku ji niha û pê ve di bersiva her êrişa li ser keştiyên li Tengava Hurmizê de, ew dê jêrxana Îranê bikin armanc.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê bi peyameke tund gef li Îranê xwar.
Donald Trump di peyama xwe de wiha got:
"Ji niha û pê ve, kengî ku Komara Îslamî ya Îranê li Tengava Hurmizê êrişî keştiyekê bike, çi bi mûşek, roket, dron, çi jî bi her amûr û çekeke din be, Dewletên Yekbûyî dê pirekê yan jî santraleke elektrîkê bombebaran û wêran bike."
Gefa armanckirina Tehranê
Trump di berdewamiya peyama xwe de gef xwar ku ew dê paytexta Îranê jî bikin hedef û wiha pê de çû:
"Ev êriş dê wan pir û santralan jî li xwe bigirin ku dikevin rex yan jî navenda bajarê Tehrana paytext. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!"
Ev gefa Serokê Amerîkayê di demekê de ye ku aloziyên di navbera Washington û Tehranê de li herêmê derbasî qonaxeke nû bûne.
Amerîkayê ev 11 şev in dîsa dest bi êrişên li ser Îranê kiriye.



