Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê Yekemîn Festîvala Çotlayê hat lidarxistin.
Di festîvala çandî ya li Çiyayê Çotlayê de konên Kurdewarî hatin vedan û kevneşopiyên herêmê hatin nîşandan.
Parêzgarê Çewlîgê bi xelkê re govend gerand û di bin kon de rûnişt.
"Em li bîra xwe ya hevbeş xwedî derdikevin"
Parêzgarê Çewlîgê Cahit Çelîk diyar kir ku ew di navbera berê û niha de pirekê ava dikin û got:
"Em îro hemû bi hev re radigihînin ku em li xweza, çand, biratî û bîra xwe ya hevbeş xwedî derdikevin.
Çimkî miletek ne tenê bi bajarên xwe, bi zozan, çiya, stran, sifre, kevneşopî û mirovên xwe li ser pêyan dimîne."
Govend, stran û cirîd
Di festîvalê de li gel govend û stranan cirîd hat lîstin û giya hat dirûn.
Serokê Şaredariya Çewlîgê Erdal Arikan eşkere kir ku ew bi vê hevdîtinê kêfxweş in û anî zimên:
"Ez îro gelekî kêfxweş im ku em bi mirovên xweş ên vê herêma girîng re hatine cem hev û em vê kelecanê dijîn."
Festîval dê bidome
Festîvala Çotlayê ji aliyê Platforma Bipêşketina Berdewam a Herêma Zikteyê ve hat organîzekirin.
Tê plankirin ku ev festîval di salên pêşiya me de jî wekî kevneşopiyekê bidome.


