Hewlêr (Rûdaw) - Koroya Jinan a Vengê Mayê ya ku li Berlîna paytexta Almanyayê ji aliyê jinên Kurd ve hatiye avakirin, di çarçoveya turneya xwe ya nû de amadehiyên rêze-konserên bêpere yên li Dêrsim, Gimgim û Amedê dike.
Koro bi dirûşma "Ma Rîçanê Xo Reyde Ênê Têhet" (Em bi kokên xwe re tên li ba hev) dê derkeve pêşberî hezkirên muzîkê. Armanca sereke ya vê koroyê parastina zimanê dayîkê, çand û bîra hunera Kurdî ye.
3 konserên mezin
Koroya Jinan a Vengê Mayê sala 2024an bi pêşengiya muzîkjenê Kurd Soner Soyer dest bi xebatên xwe kiriye.
Endamên koroyê ku ji herêmên cuda yên Kurdistanê li diyasporayê gihîştine hev, piştî konsera xwe ya serkeftî ya 3yê Çiriya Pêşîn a 2026an a li bajarê Hamburgê, vê carê berê xwe didin welat.
Li gorî bernameya turneyê, dîrok û cihên konserên bêpere wiha ne:
- Dersim: 23yê Çiriya Pêşîn a 2026an, demjimêr 18:00an, li Navenda Çandê ya Huseyîn Guntaş dê were lidarxistin. Ev konser bi piştgiriya Federasyona Komeleyên Dêrsimê û bi beşdariya Koma Govendê ya Ozgul Dundar dê pêk were.
- Gimgim: 24ê Çiriya Pêşîn a 2026an dê were lidarxistin.
- Amed: 25ê Çiriya Pêşîn a 2026an, demjimêr 18:00an, li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç dê were lidarxistin.



.webp&w=3840&q=75)