Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Duisburgê yê Almanyayê, konsera yekem a Kurdî ya bi teknolojiya hologram û hişê çêkirî hat lidarxistin.
Di vê çalakiya nûjen de, efsaneyên nemir ên muzîka Kurdî Erdewan Zaxoyî û Mihemed Şêxo bi rêya vê teknolojiyê careke din derketin pêşberî guhdaran.
Konsera ku ji aliyê kompanyaya "Four Unity" ve hat organîzekirin, rastî eleqeyeke baş a Kurdên Almayayê hat.
Nêzîkî 200 kesan beşdarî vê çalakiya taybet bûn û bilêtên konserê jî bi 45 heta 65 euroyan hatin firotin.
"Ez ji bo dîtina vê pêşketinê hatim"
Beşdarên konserê kêfxweşiya xwe ji Rûdawê re anî ziman û diyar kir ku dîtina hunermendên nemir ên bi vî awayî bandoreke mezin li wan kiriye.
Welatiyekî beşdarbûyî hestên xwe wiha anîn ziman:
“Ev cara yekem e tiştekî wiha di nav Kurdan de çêdibe, ez gelekî kêfxweş im. Ez ji ber wê yekê hatime da ku vê pêşketina di nav Kurdan de çêdibe bibînim.”
Hunera klasîk û nûjen li ser yek dikê
Di vê şevê de ne tenê hologram lê hunermendên rasteqîn û navdar jî li ser dikê bûn. Hunermend Cengîz Yazgî û Kerîm Şêxo bûn mêvanên bernameyê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha hunermenda naskirî ya ku bi rêya hişê çêkirî hatiye afirandin, Zozan C.yê jî di bernameyê de cih girt.
Beşdareke ku ji bo dîtina wê hatibû wiha got:
“Ev konsera yekem a Zozanê bû ku li bajarê Duisburgê hat lidarxistin. Ez gelekî kêfxweş bûm ku konsereke teknolojîk a Kurdî dest pê dike.”
"Divê Kurd di warê teknolojiyê de li paş nemînin"
Mamosteya zimanê kurdî Mizgîn Yalçinê jî wekî çavdêreke çandî giranî da ser rola teknolojiyê ya di parastin û bipêşvebirina hunerê de û wiha lê zêde kir:
“Ez dixwazim Kurdên me li paş nemînin û her tim bi pêş ve biçin. Ew jî wekî miletên din di warê konseran û teknolojiyê de bibin xwedî asteke bilind.”
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
