Hewlêr (Rûdaw) - Cotek guharên zêr ên 3 hezar salî ku nêzîkî heşt dehsaliyan berê li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatine dîtin, bûn navenda nîqaşeke navneteweyî ya li ser mîrateya çandî.
Ev yek piştî wê çêbû ku lîstikvana navdar a Hollywoodê Zendayayê ew di merasîma danasîna fîlmê nû yê Christopher Nolan ê bi navê "The Odyssey" de xistin guhê xwe.
Ev perçeyên dîrokî yên ku vedigerin xezineya Zêwiyeyê ya navdar, 20ê Tîrmeha 2026an di dema geşteke medyayî ya Zendayayê ya li Londonê de derketin holê.
Li Kurdistanê vedîtineke dîrokî
Li gorî dîroka tomarkirî, Xezineya Zêwiyeyê 1947an bi tesadufî ji aliyê gundiyên nêzîkî gundê Zêwiyeyê yê li bakurrojhilatê parêzgeha Sineyê ve hat dîtin.
Wê demê gundiyan bi sedan perçeyên zêr, zîv û bronz dîtin ku dîroka wan vedigere sedsala heftemîn a beriya zayînê.
Beriya ku pispor bigihîjin cihê bûyerê, beşeke mezin a xezineyê ji aliyê bazirganên dîrokî ve hat birin û li bazarên navneteweyî hat firotin.
Şûnwarnas dibêjin, ji ber ku ew cih bi awayekî zanistî nehat kolan, agahiyeke zêde ya derbarê wê de ka kê ev perçe çêkirine û çima hatine veşartin ji dest çûye.
Dîroka perçeyan vedigere 700 sal beriya zayînê. Şûnwarnas van perçeyan bi çandên Manayî, Medî û şaristaniyên cîranên wan ve girê didin.
Tevî vê yekê jî dîroknasên Kurd vê xezîneyê wekî beşeke venedeqetiyayî ya mîrateya dîrokî ya Kurdistanê dibînin çimkî di dilê xaka Kurdistanê de hatiye dîtin.
Ev zêr çawa gihîştin Hollywoodê?
Ev madalyayên zêr piştî sala 1947an gihîştin destê kesên ku berhemên dîrokî kom dikin.
Sala 2018an zêrîngerê navdar ê Londonê Glenn Spiro, du ji wan perçeyên kevnar di nav cotek guharên modern ên zêrê 18 eyar û elmasan de bi cih kirin.
Wî li gel çend perçeyên din navê "Kel û Pelên Cîhana Kevn" li wan kir.
Piştre Galeriya Baron Londonê ku galeriyeke taybet bi berhemên dîrokî û zêrên giranbiha ye ev guhar kirîn.
Ji bo merasîma fîlmê "The Odyssey" ya 20ê Tîrmeha 2026an, Galeriya Baron Londonê ev guhar bi kirê dan Zendaya û stîlîstê wê Law Roach.
Galeriyê ragihandiye ku madalyayên kevnar bi awayekî wisa hatine bicihkirin ku ti zerereke mayînde nagihînin perçeyên resen.
Rexneyên navneteweyî û bêdengiya Zendayayê
Ji 21ê Tîrmehê ve wêneyên Zendayayê li ser medyaya civakî belav bûn û bûn sedema pêleke rexneyên şûnwarnasan.
Pispor dibêjin, perçeyekî ku pêwendiya wî bi yek ji vedîtinên herî girîng ên Rojhilata Navîn re heye, divê li muzeyê be da ku xelk sûdê jê bibîne, ne ku wekî modeyê were bikaranîn.
Her wiha ew hişyariyê didin ku ev kar rewabûnê dide bazirganiya şûnwarî.
Galeriya Baron Londonê di bersiva rexneyan de got ku mebesta wan rêzgirtina li hunera cîhana kevn e û ew dixwazin bala xelkê bikişînin ser şaristaniyên kevnar.
Lê belê heta niha galeriyê belgeyeke temam li ser çawaniya veguhastina wan perçeyan a ji sala 1947an ve belav nekiriye.
Heta îro ne Zendayayê û ne jî tîma fîlmê ti daxuyanî li ser vê mijarê nedaye.
Zendayaya 29 salî yek ji stêrkên herî bibandor ên Hollywoodê ye.
Ew di fîlmê xwe yê nû "The Odyssey" de rola "Athena"yê dilîze ku li cem Yunaniyan xwedawenda zîrekî û şer e.
Her ev yek jî wisa dike ku hilbijartina wan guharên kevnar wateyeke sembolîk wergire.
Kela Zêwiyeyê
Kela Zêwiyeyê ya ku 55 kîlometreyan ji bajarê Seqizê dûre û li ser girekî ye.
Dîroka wê vedigere sedsala 8emîn a beriya zayînê û serdema desthilata Manayî û Mediyan.
Bilindahiya wê 90 heta 110 metreyan ji asta derdora wê bilindtir e û rûberê wê ji 4 hektaran zêdetir e.
Ev gerdana ku ji zêrê saf hatiye çêkirin, li Girê Zêwiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dîtin.



