Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku yasaya çekdanîna PKKyê ya ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were derxistin, bi Abdullah Ocalan re hatiye nîqaşkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser yasaya pêvajoya çareseriyê axivî û diyar kir ku derxistina yasayê dereng maye.
Li gorî gotina Koçyigitê, diviyabû heta niha ew yasa ji Parlamentoya Tirkiyeyê re bihata pêşkêşkirin.
Reşnivîsa yasayê
Koçyîgîtê anî zimên ku wan ji bo "qonaxa derbasbûnê" reşnivîsa yasayê amade kiriye û li serê nîqaş kiriye lê aliyê desthilatê heta niha ti reşnivîs amade nekirine û wiha domand:
“Em li hêviyê ne ku demildest dest bi nirxandina yasayê bê kirin û yasa ji bo komîteya edaletê û ji wir jî ji bo Komîteya Giştî were şandin.”
"Bi Ocalan re gotûbêj hatiye kirin"
Koçyîgîtê da zanîn ku dê yasaya nû ji 8-10 xalan pêk bê.
Wê eşkere kir ku wan çarçoveya yasayê ya ku amade kirine ew bi Abdullah Ocalan re jî hatiye gotûbêjkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li ser hûrgiliyên yasayê û pêvajoya qanûnî ev agahî dan:
“Ev yasa diyar dike ku dê endamên rêxistinê yên ku çekan deynin çawa tevlî jiyana siyasî û civakî bibin. Her wiha diyar dike ku ew dê ji aliyê hiqûqî ve rûbirûyî pêvajoyeke çawa bibin.
Divê ne wekî yasayeke dirêj be. Divê wekî yasayeke qonaxa derbasbûnê be ku çarçoveya wê ya giştî û prensîbên wê yên serekî hatine diyarkirin.
Me di hevdîtinên rûbirû yên demên borî de jî li ser vê yekê gotûbêj kir. Niha di destê me de reşnivîsek nîne, divê em vê yekê bînin zimên."
Pêwîstiya guhertina yasayên din
Gulistanê bal kişand ser qonaxên piştî vê yasayê jî û got:
"Ev yasaya qonaxa derbasbûnê destpêkek e. Piştî wê divê hinek yasayên din jî werin guhertin.
Di serî de hiqûqa înfazê yasaya terorê û hinek yasayên din divê li gorî vê yasaya kod werin guhertin û sererastkirin.
Em qala pêvajoyeke yasayî dikin ku hemû bi hev re girêdayî ne.”



