Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tekkekoyê ya parêzgeha Samsunê ya Tirkiyeyê, 3 karkerên kargehekê bi karebayê ve man û mirin.
Bûyerê li kargeheke hesin û pola ya li Taxa Kutlukentê rû da.
Karkerên bi navên Nacî Gezer (46), Mustafa Înanç (50) û Yusuf Çekîç (47) ji bo ku xerabûna pompeya avê ya di bîra ava bermayî de çareser bikin ketin bîrê.
Li gorî agahiyan, her sê karker bi karebayê ve mane.
Piştî agahdarkirinê tîmên AFADê, tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Samsunê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn herêmê.
Tîmên tenduristiyê piştî kontrolan ragihand ku Nacî Gezer, Mustafa Înanç û Yusuf Çekîç li cihê bûyerê mirine.
Termên karkeran ji aliyê karmendên AFADê ve ji bîrê hatin derxistin.
Cenaze ji bo otopsiyê veguhastin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Samsunê.
Piştî vê bûyera trajîk li kargehê hilberîn hat rawestandin.



